Rûsyayê 2 bajarokên din ên Ukraynayê kontrol kirin

Hêzên Rûsyayê ragihand ku bajarokên Petrovskoye û Alekseevka yên Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine

Rûsyayê 2 bajarokên din ên Ukraynayê kontrol kirin
12 hezîran, 2025   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bajarokên Petrovskoye û Alekseevka yên Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê bi dest xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên Ukraynayê zêdetirî 240 leşkrên xwe, 2 tank, wesayîtên zirxî û obîs ji dest dane, her wiha 4 navendên şerê elektronîk û 53 depoyên teqemeniyê hatin rûxandin.”

(bb)