`Em sekna bi rûmet a gel li hember êrişan silav dikin`

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û sekna bi rûmet a gelên me ya li hember êrîşên dewleta Tirk a faşîst ji dil û can silav kirin.

`Em sekna bi rûmet a gel li hember êrişan silav dikin`
26 cotmeh, 2024   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û sekna bi rûmet a gelên me ya li hember êrîşên dewleta Tirk a faşîst ji dil û can silav kirin.

Federasyonê di daxuyaniyê xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker a tinebûna gelan ji bo xwe weke polîtîkayeke esasî hilbijartiye, ji êvara 23’yê Cotmehê ve li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din dest bi êrîşên xwe yên hovane û dermirovî kiriye.

Di wan êrîşan de bi dehan mirovên me şehîd û birîndar bûne. Di heman demê de li hemberî sazî û deverên pêdiviyên herî bingehîn ên mirovan jê tên dabînkirin (firin, ambarên genim, stasyonên kehrebayê û hwd.) tên bombekirin.

Dewleta Tirk a faşîst a yekitiya gelan ji bo hebûna xwe weke tehlûkeya herî mezin dibîne, bêyî ti normekî exlaqî û mirovî li ber çavan bigire, bi armanca qirkirinê êrîşên xwe didomîne.

Helbet di serî de gelên me yên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û hwd. yên bi salane li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo hatine gel hev, bi rêveberiyeke xweser a bingehê xwe ji paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê digire xwe bi rê ve dibe.

Divê em zanibin ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi xwîna ciwanên Kurd, Ereb û gelên din hatiye avdan û pêş dikeve, ji bo Rojhilateke Navîn a demokratîk û wekhev hêviya herî heyatî ya mirovatiyê ye. Dewleta Tirk a faşîst ji bo vê şoreşê û vê hêviya mezin a gelan ji holê rake di nav êrîş û tifaqên qirêj de ye.

Gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi vê zanebûnê tevdigere, li hember wan êrîşan ku her kêlî li ser piyan e, ji bo me gaziyên şer cihê serbilindiyê ye. Di serî de ku dayikên me, jin û ciwan pêşengiya wan çalakiyên herî rûmet dikin, ji bo pêşeroja xaka em lê dijîn wê bibe wesîleya tovên herî bedew ên azadî û wekheviyê hêşîn bibin.

Weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em vê sekna bi rûmet a gelên me ya li hember êrîşên dewleta Tirk a faşîst ji dil û can silav dikin.

Divê were zanîn ku weke gaziyên şer ên ji bo şeref û rûmeta gelên me û xaka me ya pîroz parçeyek ji canê xwe dane, ji niha û şûn ve jî berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê şoreşa xwe, gelên û xaka xwe biparêzin.

Em van êrîşên nemerdî yên dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi tundî şermezar dikin, ji tevahî malbatên şehîdên xwe re sersaxiyê û ji birîndarên xwe re şîfaya xêrê dixwazin."

(şx)