Îsraîlê êrişî baregehên leşkerî ên Îran kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wana baregehên leşkerî yên Îranê ku piraniya wan tesîsên drone û fûzeyan bûn, bombebaran kirine.

Îsraîlê êrişî baregehên leşkerî ên Îran kir
26 cotmeh, 2024   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê êrişa ku dihat payîn li dijî Îranê pêk anî, êrişên ku bi 3 pêlan destpê kirîn, li gorî saeta herêmî di dema 03:00’yan de destpê kir û siharê di saet 05:45’an de bi dawî bû.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari derbarê êrişan de got; “Hêzên parastina Îsraîlê li nav Îranê êrişeke asmanî dijî cihên leşkerî pêkanîn.”

Medyaya fermî ya Îranê jî êrişê piştrast kir ragihand ku gelek fuze ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatine sekinandin.

Li gorî medya Iraqê jî, li Iraq û Sûriyeyê jî li gelek nuqteyan êrişên hewayî yên Îsraîlê pêk hatine, lê têkildarî hûrgiliyan agahî nehatin bidestxistin.

Artêşa Îsraîlê piştî êrişê ragihand ku bombebarana baregehên leşkerî û kargehên mûşekan ên Îranê bi dawî hatiye û balafirên şer vegeriyane baregehên xwe.