Li Nexweşxaneya Xabûr 14 klînîk hatin vekirin

Nexweşxaneya Xabûr bê pere xizmeta welatiyan dike, 14 klînkên tenduristiyê vekirin û meha Îlonê dê tehlîlên nexweşên şekir pere çêke.

Li Nexweşxaneya Xabûr 14 klînîk hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Xabûr 14 klînîk hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Xabûr 14 klînîk hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Xabûr 14 klînîk hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Xabûr 14 klînîk hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Xabûr 14 klînîk hatin vekirin
Li Nexweşxaneya Xabûr 14 klînîk hatin vekirin
5 îlon, 2026   03:55
HESEKÊ

14`ê Tebaxê Nexweşxaneya Xabûr dest bi kar kir û êdî ji bajarê Hesekê û gundewarên wê û ji herêmên derdora Hesekê jî nexweş têne nexweşxaneyê.

AMÛRÊN NÛ ANÎNE NEXWEŞXANÊ

Rêveberê Nexweşxaneya Xabûr Şêxmûs Ehmed got li nexweşxaneyê cîhaz û amûrên tenduristiyê ku li nexweşxaneyên dîtir ên parêzgeha Hesekê peyda nabin, hene. Her wiha agahî da ku cîhaza kateterîzasyona dil heye û ne biha ye, li gorî derfetên şêniyan buhayê wê diyar kirine.

Şêxmûs Ehmed got cîhazê lêzer ê şikandina kevirên di mîzdankê de anîne û li parêzgeha Hesekê tenê ew cîhaz heye.

CÎHAZA ŞÛŞTINA GURÇIKAN JÎ ANÎNE

Ehmed anî ziman ku li nexweşxaneyê cîhaza şûştina gurçikan û cîhazên xwedîkirina zarokên nû ji dayik dibin, hene.

Ehmed diyar kir ku wan ji bo pêdiviyên şêniyan pêk bînin ev cîhaz anîne û dixwazin barê nexweşan sivik bikin da ku neçar nemînin biçin derveyî Hesekê.

14 KLÎNK BELAŞ XIZMETA NEXWEŞAN DIKIN

Di çarçoveya însîyatîfên civakî de nexweşxaneyê klînîkên tenduristiyê vekirin. Ehmed got wan 14 klînîkên tenduristiyê vekirine, ew klînîk rojane ji saet 08:00 heyanî saet 10:00’an xizmeta gel dikin.

Her wiha Ehmed da zanîn ku meha Îlonê ew ê belaş tehlîlên nexweşên çêkin.

EMELIYATÊN DIL SERKEFTÎ BÛN

Ehmed anî ziman ku cîhaza şikandina keviran yek ji 12 cîhazên li Sûriyeyê hene û li Hesekê tenê ew cîhaz heye. Ji bo emeliyatên dil jî Ehmed got wan li nexweşxaneyê emeliyatên dil ên zehmet kirine û bi ser ketine.

(np)

ANHA