Li Qamişloyê amadekariyên sala xwendinê ya nû didomin

Li Qamişloyê amadekariyên pêşwazîkirina sala xwendinê ya 2026-2027`an didomin. Dibistan tên sererastkirin û pêdivî tên dabînkirin.

Li Qamişloyê amadekariyên sala xwendinê ya nû didomin
Li Qamişloyê amadekariyên sala xwendinê ya nû didomin
Li Qamişloyê amadekariyên sala xwendinê ya nû didomin
Li Qamişloyê amadekariyên sala xwendinê ya nû didomin
Li Qamişloyê amadekariyên sala xwendinê ya nû didomin
Li Qamişloyê amadekariyên sala xwendinê ya nû didomin
Li Qamişloyê amadekariyên sala xwendinê ya nû didomin
Li Qamişloyê amadekariyên sala xwendinê ya nû didomin
5 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Di çarçoveya sererastkirina dibistanan û paqijkirina wan de bi destpêkirina sala xwendinê ya nû re (6`ê Îlonê), li bajarê Qamişlo û navçeyên wê amadekariyên ji bo dabînkirina pêdiviyên dibistanan dewam dikin. 

Amadekarî ne tenê di asta amadekirina materyal û karmendên perwerdeyê de pêk tên, di nava amadekariyan de pêdiviyên dibistanan ên wekî derî, kehrebe û kanalîzasyon, temîrkirin jî pêk tê, kursiyên xwendekaran ên li fêrgehan yek ji tiştên herî zêde kêm in li dibistanan, ew jî tên dabînkirin.

Têkildarî vê mijarê ajansa me serdana hesinkareke li Qamişloyê kir û çêkirin û amadekirina kursiyên refan şopand.

Hesinkarê bi navê Umar Xalid Ferhan ji ajansa me re diyar kir yek ji zehmetiyên di dema çêkirina kursiyan de tên dîtin, ji ber ku bi dest tên çêkirin, ew pêvajoya sazkirina hesin e anku xwarkirina wê ye. Umar da zanîn ku ji ber ku ew kursî ji bo zarokên li herêmê tên amadekirin, ew bi xebata xwe keyfxweş e.

Li gorî agahiyên ku Gerînendetiya Perwerdeyê ya Qamişlo dane, dibistanên bajar û gundên wê bi hacetî nêzî deh hezar kursiyên nû ne, ew jî niha tên amadekirin.

AMADEKARIYÊN ÎDARÎ Û PERWERDEYÎ

Karmendên perwerdeyê û yên îdarî li herêma Qamişloyê 16`ê Tebaxê dest bi dewama xwe ya îdarî kiriye, dewama xwendekaran jî 6`ê Îlonê dest pê dike.

Ji 25`ê Tîrmehê ve ji bo mamosteyan perwerdeyên pisporiyê hatin dayîn. Komîteyeke ji bo çavdêrî û birêxistinkirina belavkirina mamosteyan ava kir.

225 DIBISTAN LI QAMIŞLO Û GUNDEWARÊN WÊ HENE

Li herêma Qamişloyê 225 dibistan hene, 185 dibistan li navenda bajêr in, ên mayî li gundan û herêmên girêdayî Qamişloyê ne. 17 dibistan ji ber hebûna koçberên Serêkaniyê û Şehbayê yên ku pirsgirêka wan hîn nehatiye çareserkirin, ji derveyî xizmetê ne.

(sb)

ANHA