‘Em nahêlin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê axa me binpê bikin’

Şêniyên Çilaxayê destnîşan kir ku ew dev ji axa xwe û destkeftiyên şehîdan bernadin. Şêniyan diyar kir ku tenê bi yekitiya Kurd, Ereb û Suryanan dê bikarin çeteyên Erdogan ji herêmê derxin û bi rûmet bijîn.

‘Em nahêlin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê axa me binpê bikin’
31 kanûn, 2024   06:10
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Daxuyaniyên Erdogan ku bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dike ku çekan deynin û ji herêmê derkevin, planên wî yên dagirkirin û tirkkirina herêmê rave dikin. Li hember van daxuyaniyan pêkhateyên bajarê Çilaxayê ji ajansa me re axivîn.

Hemîd Rizgo got: "Axa me bi xwîna zarokên me hatiye avdan. Em nahêlin dewleta Tirk û çeteyên wê, vê axê binpê bikin yan jî dagir bikin."

Rizgo wiha domand: "QSD`ê darbên giran li dewleta Tirk û çeteyên wê xistin, piştî wê dewleta Tirk gef li şêniyan xwar da ku wan bitirsîne û neçar bike ew dev ji malên xwe berdin. Lê ev daxuyanî hîna me bi hêztir dike, ji ber ku binkeftina Tirkiye û çeteyên wê nîşan dide."

Rizgo ev li gotinên xwe zêde kir: "QSD`ê rûmet û serfiraziya me ye. Yên gef li xelkê vê axê dixwin, xwe û gelê xwe dixapînin. Divê Tirkiye êriş hêzên me neke, li ser têla taîfiyetê nelîze. Ji ber ku em kurd, ereb û suryan li ser vê axê bi hev re dijîn. Yekitiya me ji xefka dagirkeran bi hêztir e. Bi vê giyanê em ê li hember Tirkiye û çeteyên wê careke din bisekinin. Em ê wan ji axa xwe derxînin."

Rizo anî ziman ku ji bo parastina herêmê û hebûna xwe amade ne fedakariyan bikin.

Cîhan Hesen jî piştgiriya berxwedana QSD`ê ya li hember şerê qirkirinê kir.

Cîhan got: "Em ji axa xwe dernakvin. Bila dagirkeriya Tirk fêm bike ku em ê li ber xwe bidin. Heta dawiyê em ê ax û rûmeta xwe, destkeftiyên şehîdan, mîrasa bav û kalên xwe û çanda xwe biparêzin."

Xelîl Gulê jî got: "Pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan û çerkez bi hezaran salan li ser vê axê bi hev re dijîn. Em bi ol, çand û zimanê xwe serfiraz in. Kesekî  tiştek li kesekî din ferz nekir. Gelek hikumetên Sûriyeyê hewl dan fitneyê di nava pêkateyan de derxin, lê dîsa me serî ji planên wan re netewand û yekitiya xwe parast.”

Gulê îşaret pê kir ku gelê herêmê ji bo ku xwe biparêze xwe di nava QSD`ê de bi rêxistin kir û ev birêxistinkirin yekitiya heyî parast û xurttir kir û bi vê yekitiyê li hember hewldanên fitneyê û qirkirinê di eniyekê de şer kir.

Gulê got: "QSD`ê destanên lehengiyê li hember dewleta Tirk a dagirker dinivîse û ji cîhanê re îsbat kir ku projeya neteweya demokratîk bi ser ket û pêkhateyên herêmê di bin sîwanekê de kir yek. Ev proje, çareseriya yekane ya ji bo parastina pêkhateyan ji planên qirkirinê ye. Vê projeyê îsbat kir ku ew tenê dikare Sûriyeya pirreng a demokratîk ji sûriyeyiyan re ava bike û welêt ji tevliheviyê xilas bike."

Gulê di dawiyê de wiha axivî: "Çawa me planên dagirkeriyê di destpêka şoreşê de bi bin xist, me bi heman giyanê ew têkoşîn û berxwedan domand û herêmên xwe parastin. Em ji daxuyaniyên dewleta Tirk natirsin. Bi yekitiya xwe em ê Erdogan û çeteyên wî ji axa xwe derxin û bi rûmet li ser axa xwe bijîn."

(şx/k)

ANHA