Metranê dêra Cizîr û Firatê banga biratiyê û aştiyê kir

Hemwextî zêdebûna hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de, metranê dêra Cizîr û Firatê Marmorîs Emsîh peyameke tije hezkirin û aştî da û got ji bo parastina ewlehiya herêmê û pirrengiya wê biratî rêya yekane ye.

Metranê dêra Cizîr û Firatê banga biratiyê û aştiyê kir
31 kanûn, 2024   05:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û armanca têkbirina biratiya dîrokî ya di navbera gelên herêmê de, berdewam dike. Nûnerên pêkhateyên herêmê li hember van hewldanan teqezî bi girîngiya sekna li hember komployan bi rêya xurtkirina nirxên hezkirinê û jiyana hevbeş, kirin.

Metranê dêra Cizîr û Firatê Marmorîs Emsîh ji ajansa me re axivîn û peyama biratî û aştiyê da.

PEYAMA HEZKIIRN Û AŞTIYÊ

Emsîh bi gotineke Îsa Mesîh dest pê kir: "Mîna ku min ji we hez kir, hûn ji hev du hez bikin. Aştiyê didim we, aştiyê ji we re dihêlim."

Emsîh wiha domand: "Di van şert û mercan de, em ji her kesî re aştiyê û hezkirinê dixwazin. Herêma Cizîrê, bi dîroka xwe ya tije biratî, aştî û jiyana hevbeş tê naskirin. Kurd, Ereb, Asûr, Êzidî, Çerkez, musliman û xiristiyan bi hev re dijîn."

PIRRENGÎ JÊDERA HÊZ Û BEDEWIYÊ YE

Emsîh îşaret bi pirrengiya li herêmê kir û got: "Ev pirrengî jêdera hêzê ye. Pêkhateyên herêmê mîna baxekî gulan e. Bêhna her gulekê ji ya din cuda ye. Ev pirrengî, herêmên me û Sûriyeyê taybet dike. Em dua dikin ku ewlehî û aştî li welatê me pêk were. Ji ber ku aştî û hezkirin layîqî vî gelî ye."

BANGA HEVGIRTINÊ

Metran Emsîh di dawiyê de got: "Xurtkirina yekitiya nîştimanî û biratiyê, rêya yekane ya sekna li hember zehmetiyên hundir û derve ye. Hewldanên li dijî pêkhateyan, bi ser nakevin, ji ber ku şêniyên herêmê giyanê hezkirinê û jiyana hevbeş parastin."

(şx/k)

ANHA