Êzidiyên Efrînê: Dewleta Tirk hewl dide civata êzidî qir bike

Êzidiyên ji Efrînê koçber bûne got dewleta Tirk a dagirker hewl dide civata êzidî ya li Sûriyeyê û Iraqê qir bike. Li hember van hewldanan teqezî bi nasnameya xwe ya dîrokî kirin.

Êzidiyên Efrînê: Dewleta Tirk hewl dide civata êzidî qir bike
31 kanûn, 2024   07:10
QAMIŞLO
RÊNAS RIMO

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2018`an bajarê Efrînê dagir kir ku nêzî 29 gundên êzidiyan lê hene, çeteyan mezerên olî yên êzidiyan rûxandin, mal û milkên wan talan kirin û ew neçarî koçberiyê kirin.

Bi hilweşandina rejîma Esed re dewleta Tirk siyasetên xwe yên dagirkirinê li Sûriyeyê domandin, bajarên Minbic, Til Rifet û Şehbayê dagir kirin û şêniyên sala 2018`an ji ber êrişên dagirkeriyê koçber bûne, careke din koçber bûn.

Malbatên êzidî berê xwe dan kantona Cizîrê û nêzî 42 malbatên êzidiyên Efrînê li bajarê Tirbespiyê bi cih bûne. Êzidiyan destnîşan kir ku dewleta Tirk siyaseta qirkirinê li dijî civata êzidî didomîne û hewl dide wan tune bike ji ber ku dîrok û çanda gelê Kurd in.

Şêx Qenber Cimo ji gundê Qestel Cindo yê bajarê Efrînê yê dagirkirî ye, got dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide civata êzidî ya li Şengalê û Efrînê tune bike û vê dawiyê êriş herêmên Til Rifet û Şehbayê kirin, dagir kirin û di encamê de careke din koçber bûn.

Cimo wiha domand: "Êzidî çand û dîroka Kurdan in. Lewma dewleta Tirk a dagirker wan dike hedef. Em soz didin ku dev ji baweriya xwe û nasnameya xwe ya çandî bernedin."

Cimo spasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê kir ku piştgirî û alîkariya pêwîst ji wan re pêşkêş kir.

Edûl Sefer jî destnîşan kir ku civata êzidî rûbirûyî cureyên zulm û çewisandinê yên herî hovane hatin û ev cara sêyemîn e ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne.

Edûl got Erdogan li paş hewldanên qirkirina civata êzidî ye û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ`ê û Artêşa Nîştimanî keçên êzidî direvînin. Em dev ji nasnameya xwe ya olî û çandî bernadin. Divê civata navneteweyî ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera şêniyên wê, fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike."

Şêniyê bi nave Arif Emo jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ev çend sal in hewl dide civata êzidî qir bike ji ber wê bi rêya çeteyên xwe êriş Şengal, Efrîn û Şehbayê kir ji ber ku baş dizane ku civata êzidî bingeha çand û dîroka gelê Kurd e.

Emo di dawiyê de got: "Em dev ji nasnameya xwe ya kurdî bernadin. Em ê li ser axa xwe ya bi hezaran salan lê dijîn, li ber xwe bidin. Heta Efrîn, Şehba rizgar nebin û em venegerin warên xwe, berxwedana me raneweste."

(şx/k)

ANHA