‘Em li pişta gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne’

Jinên ji bajarê Kobanê êrişên komên çete yên hikumeta demkî şermezar kirin û got ew piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin.

‘Em li pişta gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne’
7 ÇILE, 2026   11:26
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Têkildarî êrişên komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku ji duh ve (6 Çile 2026) careke din bi çek û dronan êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dikin û di encamê de 7 kes şehîd bûne, jinên ji bajarê Kobanê nêrînên xwe ji ANHA`yê re anîn ziman.

Hîba Memo anî ziman ku ew êrişên li ser gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin û wiha got: "Em wek jinên bajarê Kobanê, em piştgiriya gelê xwe yê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Em ji wan re dibêjin em heta dawiyê li pişta we ne û em berxwedana we silav dikin."

Rodîn Mihemed anî ziman ku ew berxwedana gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin û wiha got: "Em li pişta gelê xwe ne û çi ji me were xwestin, em amade ne. Komên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê ji duh ve êrişan li ser gel pêk tîne, ne dibêje zarok in, kal in û pîr in, her tim êriş dikin. Em hovîtiya dijmin şermezar dikin û bila dijmin baş bizane em li pişta gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne û em ji her tiştî re amade ne."

Nazliyê Hisên destnîşan kir ku ew êrişên komên girêdayî hikumeta demkî yên li ser gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin û wiha got: "Em hene û em ê her tim hebin û piştgiriya gelê xwe bikin. Beriya çend mehan dijmin êrişî gelê Durzî û Elewî kir û niha jî êrişî gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin, bila dijmin baş bizane, ew ê li hemberî gelê Kurd têk biçin û ew ê tu carî bi hêza gelê me nekarin."

ANHA