Heftename: Tehran gefa bikaranîna çekên nukleerî dixwe

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yê hefteya borî de cih dan gefên Îranê yên bikarnîna çekên nukleerî li dijî Îsraîlê, serdana Erdogan a ku tê payîn li gel rayedarên Iraqê pêk bîne û dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê.

Heftename: Tehran gefa bikaranîna çekên nukleerî dixwe
21 nîsan, 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Sky News a erebî nûçeyek li ser bersivdayîna Îsraîlê ya li hember êrişa Îranê ya hefteya borî nûçeyek bi sernavê "Gefa Îranê ya bikaranîna çekên nukleer gumanan li ser bernameya wê ya aştiyane çêkir" weşand. Hate diyarkirin ku Îranê gef xwar ku heke Til Evîv êrişî wê bike dê ku çekên nukleerî bi kar bîne. Hate gotin: "Bi vê gefê re gumanên navneteweyî pêbaweriya Tehranê têkildarî bernameya wê ya nukleer vejandin ku dibêje ji bo armancên aştiyane ye."

Rojnameyê cih da şîroveyên pirsporên kar û barên stratejîk û leşkerî yên Îranê û diyar kir ku nakokiya di navbera her du dewletan de, ne dûr e herêmê ber bi "dojehê" ve bibe û ihtîmal heye "kaxiza nukleer" bibe destpêka çareserkirina aloziya li herêmê û pêkanîna lihevkirinan yan jî dê şerekî herêmî rû bide.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya gerînendeyê berê yê Desteya Îstixbaratê ya MOSSAD’ê Zohar Balti ku hedefgirtina navendên nukleer ên Îranê di nav vebijêrkên bersivdayînê de ye.

’ERDOGAN HEWAYA SERDANA XWE YA LI IRAQÊ BI AXAFTINA LI SER LIVANDINA PIRSGIRÊKA AVÊ XWEŞ DIKE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser serdana serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan a Iraqê ku tê payîn hefteya bê pêk bîne. Di nûçeyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku "Erdogan çareserkirina nakokiyên li ser pirsgirêka avê yên di navbera welatê xwe û Iraqê de wek mijareke girîng a armanca serdana xwe ya nêzîk bo Bexdayê diyar kiriye. Çavkaniyên siyasî ev yek wekî gotinên siyasî yên vala û peyama pesindayînê ya ji aliyê serokê AKP’ê  ve ji bo rayedarên iraqî nirxandin. Hikumeta Erdogan hewl dide têkiliyên xwe bi Iraqê re geş bike da ku destkeftiyên aborî û ewlehî yên zêdekirin bi dest bixe, lê pirsgirêka avê ne di rojeva wî de ye. Her wiha vê pirsgirkê wekî çareseriyekî ji derveyî bazariya nabîne ku ji salan ve bi rêya wê hewl dide ser desthilata Iraqê ferz bike."

’DI ROJEVA LUBNANÊ DE KOÇBERÎ Û SEROKATÎ LI PÊŞ IN’

Rojnameyê El Beyan cih da daxuyaniyên serokê hikumeta demkî ya Lubnanê Necîb Mîqatî ku “piraniya herêmên Sûriyeyê ewle" nirxandin, lewre dê ji bo dosyaya penaberan bixebite.

Çavkaniyên hikumeta Lubnanê ku agahî dane rojnameya El Beyan, aşkera kir ku dê Mîqatî roja çarşemê li benda biryara Yekitiya Ewropayê be. Hate gotin; "Ev biryar dê rewşa herêmên ewle bûne, diyar bike. Bi şertê ku ev biryar bibe bingeha ‘Kongreya Siberoja Sûriyeyê’ ku biryar e 27’ê Gulanê were lidarxistin."

ANHA