‘Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşînê bidomînin’

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku dê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û têkoşînê bidomînin.

‘Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşînê bidomînin’
16 kanûn, 2024   03:10
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên ji bajarê Tirbespiyê der barê pergala qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de axivîn.

Mêzrevan Ebdo diyar kir ku Rêber Abdullah dikare şerê li Rojhilata Navîn veguherîne çareseriyê û aştiyê pêk bîne.

Mêzrevan got: “Dewleta Tirk a dagirker 6 mehên din cezayên disîplînê Rêber Abdullah Ocalan ferz kir. Ev yek dide xuyakirin ku dewleta Tirk a faşîst çi qasî ji fikir û felsefeya rêberê me ditirse. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin heta em azadiya serokê xwe misoger nekin.”

Nesrîn Temo bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo mîsogerkirina mafên jinan û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêber Abdullah Ocalan em azad kirin û çavê li me li dinyayê ronî kir. "

Nesrînê di dewama axaftina xwe de banga xwedîderketina li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Em jin dê her dem li qadan bin, hetanî ku em rêberê xwe azad bikin. Em amade ne ji bo rêberê xwe canê xwe bikin feda û şehîd bibin."

Emel Elî jî diyar kir ku jinan bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mafên xwe standine û bi saya wî pêşengiya Şoreşa Rojava dikin û cihê xwe di hemû qadan de digirin.

Emel Elî bang li tevahî jinan kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan berxwedana xwe xurttir bikin.

(bb)

ANHA