Ji siyasetmedar û rûspiyan banga yekitiya neteweyî

Siyasetmendar û rûspiyên eşîrên Kurd ên ji bajarê Dirbêsiyê banga yekitiya neteweyî li partiyên Kurdî kir û gotin, yekitiya neteweyî ya kurdî rêya mîsogerkirina mafên gelê Kurd e.

Ji siyasetmedar û rûspiyan banga yekitiya neteweyî
16 kanûn, 2024   04:10
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Di demekê de ku geşedanên girîng ên siyasî li qada Sûriyeyê rû didin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li partiyên kurdî tê kirin ku parçebûna siyasî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo mafên rewa yê gelê Kurd di çarçoveya Sûriyeke demokratîk de yekitiya neteweyî ava bikin.

Endamê Nivîsgeha bajarê Dirbêsiyê ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Elî Salih girîngiya yekitiya neteweyî ya kurdî di vê qonaxa çarenûsî de de vegot.

Elî Salih got: "Piştî ketina rejîma Baasê û avakirina hikumeta demkî bûyerên girîng û bi lez li Sûriyeyê rû dan. Ji bo vê yekê jî divê partiyên kurdî nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo avakirina eniyeke neteweyî ya yekbûyî ku karibe nûnertiya Kurdan di hikumeta navendî ya li Şamê de bike, bixebitin. Yekitiya mala kurdî rêya yekane ya mîsogerkirina mafên rewa yê gelê me ye."

Elî Salih destnîşan kir ku avakirina yekitiya neteweyî dê edalet û wekheviyê bi xwe re bîne, dê cihekî bihez bide Kurdan ku karibin diyalogan bikin û destkeftiyên xwe yên siyasî û civakî biparêzin.

Rûspiyê eşîra Ezîza ya li bajarê Dirbêsiyê Mehmûd Erebo bal kişand ser girîngiya vê qonaxa dîrokî û wiha got: "Guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê çêbûne suprîz bûn. Divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de vê derfeta dîrokî ji bo avakirina y ekitiya neteweyî bi kar bîne. Destkeftiyên Şoreşa 19ˈê Tîrmehê bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, lew ra ji me hemûyan tê xwestin ku van destkeftiyan biparêzin û ji bo avakirina eniyekek yekbûyî ya gelê Kurd kar bikin."

Erebo bi bîr xist ku yekitiya neteweyî daxwaza gel e û ev li gotinên xwe zêde kirin "Gelê Kurd bi zarok û mezinên xwe banga yekitiya neteweyî dikin. Divê partiyan Kurd ên li Sûriyeyê bi yek helwestî biçin Şamê da ku mafên xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de mîsoger bikin."

Rûspiyê eşîra Omera li Dirbêsiyê Hec Cemal Hac Mensûr destnîşan kir ku piştî çend salên aloziyê Sûriyeyê derbasî qonaxa nû bûye û got: "Di vê qonaxê de avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavnedî ku tevahî pêkhateyên civakî di nav xwe de bihewîne, hewce dike. Kurd jî xwedî eniyeke siyasî û leşkerî ya bi hêz in, lê hewldan hene ku Kurdan ji mafên wan û nûnertiya wan rasteqîn dûr bixin."

Hec Cemal Hac Mensûr ji hemû aliyên Kurdî xwest ku berjewendiyên partiyetî yên teng bidin aliyekî û ji bo başkirina rewşa Kurdan kar bikin.

Hec Cemal Hac Mensûr di dawiya axaftina xwe de got: "Ev pêvajo ezmûneke rasteqîn ji bo partiyên Kurd ên li Sûriyeyê ye. Divê em ji bo avakirina eniyeke neteweyî ya hevgirtî kar bikin ku nûnertiya îradeya gelê Kurd bike û mafên me di siberoja Sûriyeya demokratîk de mîsoger bike."

(bb)

ANHA