'Em ê dawî li xiyanetê bînin'

Endamên PYD`ê şaxê herêma Efrînê bertek nîşanî xiyaneta PDK/ENKS`ê ya li gelê Kurd da û gotin: “Em ê bi têkoşînê dawî li vê xiyanetê bînin.”

'Em ê dawî li xiyanetê bînin'
1 mijdar, 2023   05:43
ŞEHBA
ZAYENB ŞÊXO

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Efrînê der barê hevkariya PDK′ê û ENKS′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ji ajansa me re axivîn.

Silvana Hesen diyar kir ku li dijî xiyanetê divê yekitiya gelan were avakirin û got: "Dema êriş li ser herêmekê tên kirin, gelê herêmê li hember wan êrişan dibin yek.  Lê belê PDK'ê xwe dide aliyekî û li hember kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me û herêmên me bê deng dimîne û dagirkeriyê rawa dike. Dewleta Tirk êrişên xwe li ser Başûr û Rojava dewam dike, PDK′ê jî di wan êrişan de tevkar e. Ev xiyanet e. Li hemberî xiyanetê divê yekitî were avakirin. Em ê xiyanetiya PDK û ENKS′ bi berxwedanê têk bibin."

Ferîh Ehmed jî diyar kir ku dîroka PDK'ê bi xiyanetê dagirtî ye û ev tişt anîn ziman: "Em  xiyaneta PDK'ê û ENKS′ê efû nakin, ji bîr nakin. Ew bûn sedem ku gel û şervanên me werin hedefgirtin. Ji dema Bêrîtan Hêvî şehîd bûye ve ev xiyanet di xwîna wan de ye. Em xiyanetiyê qebûl nakin, dê xiyanet bi têkoşîna gelan têk biçe. Gelê me xiyanetê qebûl nake.”

Hacer Cîlo jî der barê mijarê de ev tişt gotin: "Planên PDK û ENKS′ê li hemberî berxwedan û têkoşîna me nabin asteng. Ew bi kiryarên xwe nikarin berxwedana me têk bibin. Em bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo gihaştin vê astê, em ê dawî li xiyanetê bînin."

(fr)

ANHA