Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li qadan e

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên siyasî, çandî, hunerî, wêjeyî, civakî, jin û ciwanan bi çalakiyên cuda piştgirî da pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî".

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li qadan e
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li qadan e
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li qadan e
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li qadan e
1 mijdar, 2023   02:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan 15′ê Sibata 1999′an bi komployeke navneteweyî hat revandin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin. Ji dîrokî vê tecrîdeke giran li dijî wî di girtîgeha Îmraliyê de tê meşandin û ji 25′ê Adara 2021′ê ve tu agahî jê nayên girtin. Vê zêdetir dewleta Tirk hevdîtinên malbat û parêzeran ên bi Rêber Abdullah Ocalan qedexe dike û dem dem "cezayên dîsîplînê" li wî dibire.

Bi wesîleya salvegera 25′an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku di 9′ê Cotmeha 1998′an de dest pê kir, li 100 welatên cîhanê pêngaveke cîhanî bi navê "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirka Kurd re çareserî"  hate destpêkirin.

Li welatên cuda yên Rojhilata Navîn jî, saziyên çandî, hunerî, siyasî, civakî, jin, ciwan û akademî bi daxuyaniyan piştgirî da pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên li dijî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê dewam dike. Di 14′ê Cotmehê de Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo pêngava cîhanê nîşan da.

Di 15′ê Cotmehê de, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekî tevlêbûna xwe ji bo pêngava cîhanî ya ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re ragihand.

Di 16′ê Cotmehê de jî, Kongra Star piştgirî da pêngava cîhanî û bang li rêxistin û saziyên jinan kir ku piştgiriyê bidin pêngavê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan pêk bînin.

Di 17′ê Cotmehê de, ji bo piştgiriya pêngava cîhanî, kon li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê hat vedan. Kon bi tevlêbûneke mezin a pêkhateyên kantona Qamişloyê 7 rojan dewam kir.

Di navbera 16 û 24′ê Cotmehê de, jî şêniyên navçeyên Dirbêsiyê, Til Birak, Şedadê, Hol, Mergeda û Kobanê, rêxistin û saziyên kantona Hesekê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan  meş li dar xistin.

Di 18′ê Cotmehê de, li bajarê Minbicê konê çalakiyan hat vedan.

Di 21 û 22′yê Cotmehê de meclisên Reqa, Tebqa û Minbicê yên Kombûna Jinan a Zenûbyayê bi daxuyaniyan tevlêbûna xwe ji bo pêngava cîhanê ragihand.

Di 21′ê Cotmehê de ciwanên herêma Firatê, Reqa û Hesekê jî tev li pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bûn. Ciwanan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Hunermendan, Komîteya Rewşenbîran û Wêjevanan û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi daxuyaniyek hevbeş ku li bajarê Qamişlo dan, piştgirî da pêngavê.

(bb)

ANHA