Rojnamevanan xwestin Silêman Ehmed bê berdan

Rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK′ê ve şermezar kir û got, Silêman heqîqetê û berxwedana civaka Kurd radighîne. Rojnamevanan bang li rêxistinên têkildar kir ku ji bo Silêman Ehmed bê berdan, erkên xwe bi cih bînin.

Rojnamevanan xwestin Silêman Ehmed bê berdan
1 mijdar, 2023   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed piştî ku ji serdana malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vegeriya cihê kar,  25′ê Cotmehê li deriyê Pêşxabûr ê ji aliyê PDK′ê ve hat revandin.

Rojnamevan Elaa Hiso li ser revandina Silêman Ehmed got: " 7 rojan in agahî ji hevalê me yê rojnamevan edîtorê Ajansa Rojnewsê nayê girt. Diyar bû ku dema diçû cihê kar li Deriyê Pêşxabûr ji aliyê desthilata PDK′ê ve hatiye revandin.′′

Hiso diyar kir ku siyasetên PDK′ê, asta dijbertiya wê ya li gelê Kurd û li gotina heqîqetê nîşan dide û wiha domand: "Ev siyaset nayê qebûlkirin. Em bang dikin divê di zûtirîn dem de Silêman Ehmed serbest bê berdan da ku vegere ser karê xwe û heqîqet û berxwedana civaka Kurd ji raya giştî re ragihîne."

Rojnamevan Ela Hiso tawanên PDK′ê yên li dijî Silêman Ehmed derewand û wiha got: "Ev tawan ne rast in. Kirinên PDK′ê dikevin xizmeta dijminê gelê Kurd. Em di pêvajoyekê re derbas dibin,  divê yekitî û hevgirtina saziyên çapemeniya Kurd pêk werin, ne rojnamevan werin girtin û revandin.′′

 Hiso revandina Silêman Ehmed şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: ′′Şerme ji wan re we hevalê me Silêman revandiye. Silêman heqîqetê ragdighîne, ev kar jî ji bo me wekî rojnamvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê serferaziyê ye."

Rojnamevan Zinar Cafer kiryarên PDK′ê wekî xetereyekê li ser gelê Kurd nirxand û anî ziman ku di serî de revandina rojnamevan Silêman Ehmed, kiryarên PDK′ê dikevin xana xiyanetê.

Cafer got, ji dema ku ew beşdarî qada ragihandinê bûye, rojnamevan Silêman Ehmed dinase û wiha domand: "Silêman çûbû serdana malbatê, piştî vegeriya me hinek dem bi hev re borand. Di 25′ê Cotmehê de xwest biçe Silêmaniyê, lê li deriyê Pêşxabûr hat revandin."

Rojnamevan Zinar Cafer diyar kir ku rewşa malbata Silêman Ehmed mîna rewşa koçberên Efrînê ye ku piştî dagirkirina ji aliyê dewleta Tirk ve hatin koçberkirin. Her wiha bi bîr xist ku Silêman çû Silêmaniyê da ku wekî edîtor di Ajansa Rojnewsê de kar bike.

Cafer kiryarên PDK′ê şeremzar kir û got, PDK′ê, bi revandina Silêman xizmeteke bê berdêl daye dewleta Tirk a dagirker û revandina wî tê wateya xizmeta ji dijminê gelê Kurd re.

Zinar Cafer bang li rêxistinên herêmî û navneteweyî yên têkildarî parastina mafên rojnamevanan kir ku erkên xwe bi cih bînin û ji bo serbestberdana Silêman kar bikin. Her wiha bang li saziyên parastina rojnamevanan ên li Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo Silêman Ehmed destwerdanê bikin.

(bb)

ANHA