`Ramanên Rêber Abdullah Ocalan dê dawî li aloziya li Rojhilata Navîn û cîhanê bînin`

Rewşenbîrên Tebqayê got ramanên Rêber Abdullah Ocalan dê bi rêya demokrasiyê û aştiyê û li gorî hêviyên gelan çareseriyan ji aloziya li Rojhilata Navîn û cîhanê re peyda bikin.

`Ramanên Rêber Abdullah Ocalan dê dawî li aloziya li Rojhilata Navîn û cîhanê bînin`
23 tebax, 2024   02:25
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Aloziyên li ser desthilatê û hegemonyaya aborî ya li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê ji gelek serdeman ve berdewam in û tu çareserî heta niha jê re nehatiye dîtin. Di vê çarçoveyê de rewşenbîran li Tebqayê got ramanên Rêber Abdullah Ocalan dê bi rêya demokrasiyê û aştiyê çareseriyan ji van aloziyan re peyda bikin.

Osama Ehmed got: "Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de ne tenê xwe temsîl dike, lê belê nûnertiya tevahî gelan dike ku dixwazin ji siyasetên kapîtalîst û aloziyên di encama wan siyasetan de derketine, xilas bibin. Dem hatiye ku behsa demokrasiyê û aştiyê û hêviyên gelan bê kirin."

Ehmed bal kişand ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û got: "Divê rewşenbîr bi awayekî çalak tev li çalakiyên pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin. Ji ber ku di ramanên wî de, çareseriyên aloziyên li cîhanê hene."

Amir Inad jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Sûcên derqanûnî li dijî wî berdewam in. Divê rewşenbîr xwedî li ramanên Rêber Abdullah Ocalan derkevin û belav bikin ta ku azadiya wî ya fîzîkî were bidestxistin."

Mîlad Faris jî bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ya li hember tecrîdê şermezar kir û bang li rewşenbîran kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin û çalakiyên li dijî zihniyeta pergalên zordest ên ku gelan dibin tahlûkeyê, zêde bikin.

(şx)

ANHA