‘Em dixwazin Sosyolojiya Azadiyê bigihînin her malekê’

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Hêvidar Mistefa diyar kir ku ew dixwazin bi komên xwendinê re Sosyolojiya Azadiyê bigihînin hemû malan û paradigmaya civaka demokratîk bidin fêmkirin.

‘Em dixwazin Sosyolojiya Azadiyê bigihînin her malekê’
‘Em dixwazin Sosyolojiya Azadiyê bigihînin her malekê’
12 sibat 2024   08:43
HESEKÊ
EHMED SEMÎR

Hêvîdar Mistefa derbarê armanca bernameya xwendina paraznameya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê Sosyolojiya Azadiyê ku ev nêzî salekê ye li 10 navendên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi 34 koman û beşdariya 300 kesî didomîn de ji ANHA’yê re axivî. 

Hêvîdar Mistefa destnîşan kir ku wan li herêmê lêkolînek kiriye û di encamê de tespît kiriye ku yek ji sedemên bingehîn ên pirsgirêkên civakê kêmasiya zanînê ye û got ku xwendin ji bo çareseriyê pir girîng e.

Hêvîdarê da zanîn ku pirtûka Sosyolojiya Azadiyê hem ji bo çareseriya pirsgirêkên kesan, hem ên civakê çavkaniyek bingehîn e û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê me ji bo xwendinê wekî çavkaniya bingehîn hilbijartiye. Em hedef dikin ku bi xwendinê re paradigmaya Rêbertiyê li tevahiya civakê belav bibe, hîn baştir û rast were fêmkirin û gel bibe hêza çareseriyê.”

 Hêvîdar Mistefa bal kişand ser girîngiya têgihîştinê paraznameyê û têkildarî beşdarên xwendinê ev agahî dan: “Di komên xwendinê de kesên di saziyên rêveberiya xweser de kar dikin jî hene, lê tê fêmkirin ku rastiya rêveberiyê di çarçoveya paradîgmaya Rêbertiyê nehatiye fêmkirin. Ev rewş li pêşiya ramana ku em dixwazin belav bikin dibe asteng, her wiha nahêle ku sîstema em xebatên avakirina wê dimeşînin pirsgirêkên jin, civakî, polîtîk û exlaqî di xeteke rast de werin çareserkirin. Ji ber vê yekê rast fêmkirina Sosyolojiya Azadiyê girîng e.”

‘ENCAMÊN GIRÎNG HENE’

Hêvîdar Mistefa diyar kir ku bernameya xwendina ya bi komên biçûk destpê kiriye, her diçe mezin dibe û têkildarî encamên hatine bidestxistin de ev agahî parve kirin: “Tevlîbûna koman bi dildarî çêdibe. Dikare bê gotin ku encamên girîng hatine bidestxistin. Em dixwazin xwendinê weke çandekê pêş bixin. Bêguman tenê xwendina paraznameyan têrî nake; girîng e ku Rêbertî rast were fêmkirin û felsefeya wî bê pêkanîn. Di komên xebatê te ev mijar tên nîqaşkirin, encamên girîng û yekîtiya nêrînê derdikeve holê.  Em dixwazin viya li tevahiya civakê belav bikin.”  

Hêvîdar Mistefa destnîşan kir ku hedefa wan zêdekirina komên xwendinê ye û got: “Em dixwazin Sosyolojiya Azadiyê bigihînin her malekê û paradigmaya civaka demokratîk, ekolojik û azadiya jinê bidin fêmkirin. Ev xebateke ku dem dixwaze ye, lê hêviya me heye. Perwerdekirina civakê û teşwîqkirina xwendinê parçeyek ji xebata me ye.”

(a)

ANHA