111 roj e Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

111 roj e agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

111 roj e Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin
12 sibat 2024   09:04
 NAVENDA NÛÇEYAN

111 roj e agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed nayên gertin ku ji ailyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek îdia kir ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd ji ajansa me re gotibû, asayîşa PDK’ê rê nade wan muwekîlê xwe bibînin. Narîman Ehmed Reşîd diyar kiribû ku dosyaya Silêman Ehmed li cem dezgeha îstîxbarata PDK’ê ye.

Her wiha parêzer destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rast in û ev tişt gotibû: "Silêman bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû û fermî ji wir vegeriya bû. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne."

 Ajansa Rojnews’ê di 25’ê Çileyê de der barê çarenûs û revandina Silêman Ehmed de civînek çapemeniyê li Navenda Metro ya li bajarê Silêmaniyê  li dar xistibû. Ajansa Rojnews’ê gotibû: “Ev kiryara PDK’ê nîşanek metirsîdar û tolhildana siyasî ye. Silêman Ehmed pênûsa xwe nefirot, ji ber wê di girtîgehê de ye. Em piştrast dikin ku Silêman Ehmed bê suce, ji ber kar û erkên xwe yên rojnamevanî û helwesta xwe ya wek rojnamevanek azad û serbixwe hatiye revandin û windakirin. Berpirsyartiya ewlehî û jiyana wî li stûyê PDK’ê û desthilatdarên herêmê ye."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku demildest wî serbest berdin. Rêveberiyê her wiha bang li saziyên çapemenî û hiqûqê jî kir ku rola xwe bilîzin.

Rojnameger Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest bi deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 111 roj e agahî jê nayê girtin.