Navê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê hat guhertin

Encamnameya 5`emîn kongreya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê aşkera bû. Li kêlek hilbijartinan, navê yekitiyê bû Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê.

Navê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê hat guhertin
12 sibat, 2024   08:37
QAMIŞLO

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê 9`ê Sibatê bi beşdarbûna 114 delegeyan 5`emîn kongreya xwe li hola Zana ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Der barê encamnameya kongreyêde yekitiyê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wan di kongreyê de pêşgotina siyasî li gorî pêvajoya heyî di rêziknameyê de guhert, hilbijartinên sekreteriya giştî û desteya siyasî çêkir û ji bo serokatiya yekitiyê jî Ferhad Têlo hat hilbijartin.

Di kongreyê de navê Yekitiya Lîberal a Kurdistanî bû Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê.

(sb)

ANHA