‘Em dixwazin mafên Kurdan di destûrê de misoger bibin’

Xelkê Girkê Legê got, biryarname tenê têrê nakin, divê mafên Kurdan di destûrê nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin.

‘Em dixwazin mafên Kurdan di destûrê de misoger bibin’
31 adar, 2026   05:35
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD

Xelkê bajarê Girkê Legê girîngiya qebûlkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de ji ajansa me re nirxand û got biryarname tenê têra misogerkirina mafên gelê Kurd nakin.

Beşîr Elî got: “Biryarnameya 13’an têrê nake ku garantiya mafên gelê Kurd were dayîn. Gelê Kurd neteweyeke resen a herêmê ye û divê mafên wî di destûrê Sûriyeyê de werin dayîn. Em li bendê ne ku di pêvajoya pêş de li Sûriyeyê demokrasî bi pêş bikeve û wekhev nêzî hemû pêkhateyan bibin."

Metîn Elî jî got divê ne tenê di daxuyaniyan de were gotin mafên gelê Kurd dê bidin û wiha dewam kir: “Divê mafên gelê Kurd ne tenê di daxuyaniyan de were gotin. Lê divê bi awayekî qanûnî û di destûrê de divê werin dayîn. Gelê Kurd parçeyekî dîrokî yê civaka Sûriyeyê ye. Mafêm gelê Kurd e ku nasnameya wan bê na sîn û qanûnî mafên wan bidin."

Hisên Haco jî anî ziman ku di pêvajoya pêş de divê li Sûriyeyê destûreke nû were nivîsandin  û got: "Divê destûra nû hemû pêkhateyan Sûriyeyê bigire nava xwe û mafên wan biparêze. Her wiha edalet û hevkariya neteweyî xurt bike.”

ANHA