‘Em daxwaza lidarxistina kongreya neteweyî dikin’

Xelkê Hesekê diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û pêdivî pê heye ku gelê Kurd kongreya xwe yê neteweyî li dar bixe.

‘Em daxwaza lidarxistina kongreya neteweyî dikin’
15 sibat, 2026   05:50
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED-HINAR IBRAHÎM

Şêniyên Hesekê bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û kongreya neteweyî li dar bixin.  

Heyfaî Mihemed a ji taxa Til Hecer a Hesekê got: “Dayikên şehîdan heyanî bigihêjin azadiyê dê li ber xwe bidin. Em ê her tim bi şervanên xwe yên YPJ/YPG`ê re bin. Rojava ne bi tenê ye, li pey Rojava gelê ku xwe ji bo vê axê feda kiriye, heye. Hêza gel heye, natirse û wê li ber xwe bide. Tevahî Kurdistan bi xwîna şehîdan hatiye avdan û em destûrê nadin ku tu kom an jî hêz bikevin Rojava. Dayikên şehîdan û hemû gel dê heyanî henaseya xwe ya dawîn vê axê biparêzin. Di vê pêvajoyê de em bang li hemû partî û gelê Kurd dikin ku bi gelê Rojava û hêzên wê re bibin alîkar.”

Coza Mamo ya ji taxa Salihiyê ya Hesekê anî ziman ku hêza gelê Kurd di hevgirtina wî de ye û wiha got: “Hêza gelê Kurd di hevgirtina wî de ye. Rêveber û partiyên siyasî yên Kurd niha bi gelê xwe re ne û li hember dijmin serê xwe natewînin. Bila cîhan rastiya dîroka gelê Kurd nas bike. Gelê Kurd ne mîna berê ye û ji bo doza xwe xwîn dirijînin. Ez bang li gelê Kurd dikim ku li hemberî hemû dagirkeran dest bidin hev. Bi yekitiyê me dikarîbû em li hemberî dijminê xwe li ber xwe bidin. Bila partiyên Kurdan daxwaza mafên gelê Kurd bikin, bi yek helwestî bi dewletên derve re bidin û bistînin. Em naxwazin şer çêbe, xwîn birije û em koçber bibin. Em her tim alîgirên aştî û aramiyê ne.”

Coza Mamo bûyerên li Şêxmeqsûdê bi bîr anîn û wiha got: “Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komkujî kirin. Berxwedana şervanan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê her tim sembola rûmetê be û xwîna şehîdan vala naçe. Em hemû komkujiyên li Şêxmeqûsd, Helebce û Amûde li ser gelê Kurd pêk anîn şermezar dikin. Berxwedana îro ya hebûnê ye, şervanên Kurd bi salan li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin.”

Mihemed Bedran ê ji taxa El Miftî ya Hesekê anî ziman ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de yekitiyê dixwaze û got: “Divê partiyên siyasî yên Kurd girîngî bidin daxwaza gel a yekîtiyê, nakokiyên xwe bidin aliyekî û kongreyê netewî lidar bixin. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê û cîhanê ji bo parastina Rojava daketin qadan û piştgiriya hêzên leşkerî kirin. Hêzên leşkerî yên Rojava parastina hebûna gelê Kurd dikin.”

ANHA