Li gundewarê Hemayê riya sereke ji ber baranê herifî

Rêya sereke ya di navbera bajarokên Fendara û Siweydayê li herêma Mesyaf a gundewarê Hemayê ji ber barana zêde herifî.

Li gundewarê Hemayê riya sereke ji ber baranê herifî
14 sibat, 2026   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Masyafê rêya sereke ya ku bajarokên El Fandara û El Siweydayê bi hev ve girêdide, ji ber barana dijwar, herifî.

Nûçegihanê me, ragihand ku hêza lehiyê beşên mezin ên rê herfand ku bi tvahî ji trafîkê re hat rawestandin, her wiha rê li ber niştecihan hat girtin ku bigihîjin xizmetguzariyên bingehîn û amûrên veguhastinê.

Niştecihan bang li rayedarên peywendîdar kirin ku yekser destwerdanê bikin û tîmên endezyariyê bişînin da ku cihê bûyerê vekolin û rêyek alternatîf vekin an jî dest bi xebatên sererastkirinê yên lezgîn bikin.

(ac)

ANHA