‘Em bi silavên Rêber Apo bi kelecan û moral bûn’

Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê diyar kir ku ew bi silavên Rêber Abdullah Ocalan gelekî bi coş û kelecan in.

‘Em bi silavên Rêber Apo bi kelecan û moral bûn’
18 hezîran, 2025   02:35
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Xwedekarên Zanîngeha Kobaniyê têkildarî silavên ku Rêber Abdullah Ocalan ji wan re şandine, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Rola Salih anî ziman ku ew ji ber silavên Rêber Abdulah Ocalan gelekî kêfxweş in û got: "Wek xwendekar û jin silavên Rêber Apo bi dil û can hembêz dikim. Morala me ji bo silavên Rêber Apo gelekî bilind e. Em nikarin vê kêfxweşiya xwe bînin ser ziman. Em wek jin li ser pradîgma, fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dibin û hewl didin ramanên wî di nava civakê de bi awayekî berfireh belav bikin."

Hewlêr Qehreman diyar kir ku morala wan ji ber silavên Rêber Abdullah Ocalan ji wan re şandine gelekî bilind e û got: "Em bi silavên Rêber Apo pir kêfxweş in. Em çi qasî hewl bidin kêfxweşiya xwe bînin ser ziman, lê nayê wesifkirin."

Hewlêr wiha domand: "Silavên Rêber Apo di dilê me de hestên neteweyî çandin. Em ê li ser ramanên Rêbertî perwerdeya xwe bibînin. Rêber Apo em ji tariyê ber bi ronahiyê ve birin. Em ê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin."

Şêrîn Beko got ew ê her tim xwedî li raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derkeve û got: "Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê bidomînin. Bêyî azadiya Rêber Apo li cîhanê tu azadî nîn e. Em bi silavên Rêbertî bi kelecan bûn. Hêviya me jî em wî di nava xwe de bibînin."

(fr)

ANHA