Kargeha vezîvirandina çopê piştgiriyê dide aboriyê

Bi zêdebûna çopê re ku rojane li bajarê Hesekê 100 ton derbas dike, kargeha vezîvirandinê wek yek ji projeyên pêşxistina rewşa jîngehê û xizmetugzariyê derdikeve pêş. Ev kargeh zextê li ser çopgehan kêm dike, qirêjiyê sînordar dike û asoyên nû ji bo derfetên kar vedike.

Kargeha vezîvirandina çopê piştgiriyê dide aboriyê
Kargeha vezîvirandina çopê piştgiriyê dide aboriyê
Kargeha vezîvirandina çopê piştgiriyê dide aboriyê
Kargeha vezîvirandina çopê piştgiriyê dide aboriyê
Kargeha vezîvirandina çopê piştgiriyê dide aboriyê
Kargeha vezîvirandina çopê piştgiriyê dide aboriyê
Kargeha vezîvirandina çopê piştgiriyê dide aboriyê
Kargeha vezîvirandina çopê piştgiriyê dide aboriyê
18 hezîran, 2025   05:06
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Li gel zêdebûna miqdara çopê li bajarê Hesekê ku li gorî texmînên Şaredariya Gel rojane 100 ton derbas dike, kargeha vezîvirandinê (recycling) a şaredariyê wek însiyatîfa nimûneyî derdikeve pêş ku aliyê jîngehî û xizmetguzarî têkelî hev dike. Kargeh modeleke pratîk di vezîvirandina çopê ber bi çavkaniyên aborî û firsetên kar de pêşkêş dike. Ev yek ji bo vê herêmê ku rû bi rûyî pirsgirêkên mezin ên pêşketinê ye, şansek e.

Kargeha ku bi armanca kêmkirina zextê li ser sergoyan û başkirina rewşa jîngehê hatiye vekirin, zirara ku bermahiyan li hundirê bajêr çêdikir, kêm dike.

Rêveberê Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Seed Şêx Omsan diyar kir ku kargehê gaveke nimûneyî di bikaranîna dosyaya çopan de avêt û got: "Hebûna kargehê barê li ser alavên ku mecbûr diman rojane mesafeyên dirêj biçin ku çopê derxin li çopgehên derveyî bajêr, sivik kir û dibû sedemên xerabbûna berdewam. Îro çop yekser diçin kargehê, li wir tê ferzkirin û vezîvirandin. Di encamê de ked, dem tên dabînkirin û xerabên lêçûnên xwe zêde jî pir kêm dibin."

Şêx Osman diayr kir ku xebatên vezîvirandinê di nav xwe de ferzkirina karton û blastîkan bi rêya alavên taybet weke mekbesa kartûn û makîneyên hûrkirin û şûştina blastîkê vedihewîne û got: "Vê projeyê yekser û neyekser derfetên kar ji nêzî 100 kesî re vekir ku di pergala nobedariyê de dixebitin. Wê yekê hişt ku kargeh bibe projeyeke aborî."

Der barê aliyê jîngehê de Şêx Osman anî ziman ku kargehê bi awayekî aşkera zirarên tenduristî û jîngehê yên ji ber şewitandina çopê, bi taybet plastîkê kêm kirin. Îro ev made tên komkirin û ji kargehên derve re tên şandin ku sûd jê wergirin.

Ruxmî serketina berbiçav, lê proje ji zehmetiyan ne dûr e, ya girîng jî xerabbûnên dubare yên alavan û kêmbûna alavan di kargehê de ye ku ew jî berfirehbûna xebata kargehê asteng dike.

Şaredariya Gel armanc dike ku bi rêya avakirina kargeheke nû çopên organîk veguherîne gaz û semadê ku bikeve xizmeta aboriya xwecih.

(fr)

ANHA