Koçberên Girê Spî: Heta dagirkerî û çete hene vegera ewle nîn e

Jinên koçber ên ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî destnîşan kir ku digel hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne pêkan e ku vegera wan li warên xwe pêk were. Koçberan banga pêkanîna bendên peymanên behsa misogerkirina vegera birûmet û ewle ya koçberan dike, kir.

Koçberên Girê Spî: Heta dagirkerî û çete hene vegera ewle nîn e
18 hezîran, 2025   03:45
EYN ÎSA

Di 10'ê Adara îsal de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de peymanek hat îmzekirin. Ji xalên peymanê behsa misogerkirina vegereke ewle ya welatiyên ji deverên dagirkirî wekî Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê koçber bûne, tê kirin.

Lê belê ji ber hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyan ev xal hîn nehatine pêkanîn û aliyên navneteweyî jî tu garantî ji bo parastina koçberan nedane.

Yek ji koçberên li kampa koçberên Girê Spî Edûle Xelîl li ser jiyana di kampê de axivî û got: "Ev 6 sal e em di konan de, li ber serma û germayê di rewşên dijwar de dijîn. Me di peymanên dawîn de çirûska hêviyê dît, lê belê ew wekî xumavekê li ser kaxizan ma. Heta ku dagirkerî û çeteyên wê hene em nikarin vegerin."

Edûlê tiştên li Efrînê diqewimin bi nîşaneyek berbiçav wesif kirin û ev tişt anî ziman: "Tiştê ku li Efrînê diqewime mînake berbiçav e. Tevî soz û peymanan, koçberên vedigerin di binpêkirinên xeternak weke revandin, şantajkirin û astengkirinê re derbas dibin."

Koçber Xewle Îbrahîm jî der barê nepêkanîna bendên peymanê wiha axivî: "Peyman li ser erdê nehatine pêkanîn. Hebûna çeteyan dihêle veger xeteriyên mezin bin. Weke şertê bingehîn ê misogerkirina vegera me ya ewle, em banga pêkanîna pratîkî ya peymanan û derketina dagirkeriyê ji xaka me, dikin."

Herdu koçberan û bi hezaran koçberên ku di wê kampê de dimînin bang li aliyên eleqedar û civata navneteweyî kir ku ji bo misogerkirina vegereke ewle gavên cidî, dûrî gef û binpêkirinên berdewam, biavêjin.

Di kampa koçberên Girê Spî de, ya ku di 22'ê Mijdara 2019'an ve ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve li gundê Til El Semin hatiye avakirin, nêzî 7 hezar koçberên Girê Spî dijîn. Ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 9'ê Cotmeha heman salê zêdetirî 100 hezar kes, koçber bûn.

Li kampê rewşa jiyanî û aborî xerab e, lê dîsa jî ji 6 salan ve bi hêviya vegera li warên xwe koçber di şert û mercên jiyanî yên zehmet de berxwedanê didomînin.

(mh/fr)

ANHA