ji Lubnanê 925 kes hatin Helebê

ji Lubnanî hatin niha 925 Sûriyeyî hatine taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.

ji Lubnanê 925 kes hatin Helebê
ji Lubnanê 925 kes hatin Helebê
ji Lubnanê 925 kes hatin Helebê
ji Lubnanê 925 kes hatin Helebê
ji Lubnanê 925 kes hatin Helebê
4 cotmeh, 2024   15:23
HELEB

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêşwazîkirina kesên ji ber şerê Îsraîl û Hizbullah ê li Lubannê vedigerin, beriya 3 roj maseya krîzê ava kiribû. Maseya krîzê kesên ku ji Lubnanê tên pêşwazî dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.

Li gorî agahiyên ku endamên maseyê dane ajansa me, heya niha 925 Sûriyeyî ji ber şerê Îsraîl û Hizbullah hatine taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Endamên maseyê ji bo kesên ku xizmên wan li her du taxan nin in, ji 5 avahiyan 50 xaniyan vediqetîne.

Kiriza Maseyê bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî kar û barên koçberan kir ku desteka pêwîst pêşkêş bikin.

Li gorî daneyên dawîn ên maseya krîzê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin, heya niha zêdetirî 11 hezar kes ji Lubnanê derbasî herêmê bûne.

(bb)

ANHA