43 sal di ser Komkujiya Cirinkê re derbas bûn

43 sal di ser Komkujiya Cirinkê ya Qamişloyê re derbas dibin. Komkujî bi hevkariya dewleta Tirk a dagiker û îstixbarata Baasê pêk hatibû. Şahidekî komkujiyê got “Komkujî di dîroka Qamişloyê de rojeke reş bû.”

43 sal di ser Komkujiya Cirinkê re derbas bûn
12 kanûn, 2023   05:46
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Îro 43`emîn salvegera Komkujiya Cirinkê (Komkujiya Malbata Kabreş) e.  12′ê Kanûna 1980`yî dewleta Tirk a dagiker bi hevkariya îstixbarata rejîma Baasê li taxa Cirinkê (gundê Cirinkê) ya Qamişloyê komkujiyek pêk anî.

Ev komkujî piştî derbeya leşkerî ya 12`ê Îlonê ya li Tirkiyeyê pêk hat. Beşeke ji Rêxistina Kawa ji bo ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike, xwe gihandibû Rojavayê Kurdistanê û li mala Remedanê Kabreş a li Cirinkê bi cih bûbû.

Wê demê ku rojeke sar û bi baran bû, di navbera saet 21:00 û 22:00`an de leşkerên dewleta Tirk a dagirker (12`ê Kanûnê) ji Tirkiyeyê derbasî bajarê Qamişloyê bûn, bi ser mala Remedanê Kabreş de girt. Piştî dorpêçkirina xanî leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi bombe û guleyan êrişî wan kir, agir bi xanî xist û komkujiyek pêk anî.

DI KOMKUJIYÊ DE 15 KES ŞEHÎD BÛN

Di komkujiyê de 9 ferd ji malbata Remedan Kabreş; Remedanê Kabreş, Azad Kabreş, Henîfa Kabreş, Şikrî Kabreş, Xoşnav Kabreş, Emîne Remedan, Ebdulkerîm Kabreş, Ferhad Ebdulkerîm Kabreş û Kawa Ebdulkerîm Kabreş şehîd bûn. Li kêleka wan jî endamên Rêxistina Kawa; endamê Komîteya Navendî ya Rêxistina Kawa Hisên Arslan, endamê Komîteya Leşkerî ya rêxistinê Mihemed Emîn Mutlu, berpirsyara Komîteya Jinan a rêxistinê Necla Baksî (ew ducanî bû), endamên rêxistinê Mihemed Dursun, Mislim Yildiz, Hesan Etîş jî şehîd bûn.

Ji komkujiyê tenê 2 zarokên malbata Kabreş û endamekî Rêxistina Kawa rizgar bûn.

`DI DÎROKA QAMIŞLOYÊ DE ROJEKE REŞ BÛ`

Şahidê Komkujiya Cirinkê û sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji ajansa me re axivî û behsa roja komkujiyê kir û ew bi rojeke reş di dîroka Qamişlo de pênase kir.

Salih Gedo got: “Cara yekemîn bû komkujiyek bi vî awayî li Qamişloyê rû dide, armanca wê jî hedefgirtina Kurd bû.”

Salih Gedo destnîşan kir ku tevî rewşa hewayê û zehmetiya xwegihandina xaniyê ku komkujî lê çêbû, bi sedan xelkê Qamişloyê kom bûn û bi hevkarî cenazeyê welatiyan derxistin. Hin ji qurbaniyên komkujiyê ji ber şewata laşê wan nedihatin naskirin.

Gedo bal kişand ser sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û got: “Hîn jî dewleta Tirk dijî gelê Kurd vê siyasetê dimeşîne, niha li Rojava bi hemû awayan hewl dide moralê gel bişikîne. Şerê taybet li dijî tevgera şoreşger pêk tîne, ji ber dewleta Tirk wan li ser pêşeroja xwe ya faşîst xeternak dibîne.”

Salih Gedo diyar kir ku gel di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de îsbat kir ku ew ê li hemberî êriş, kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi vîna xwe derkevin. Tevî hemû rewşan gel dest ji mafê xwe bernedaye û wiha dom kir: “Bêdengiya navneteweyî li hemberî van êrişan jî, em rexne dikin.”

ANHA