Elewiyên li Dêrikê: Terora li peravê rawestînin!

Elewiyên li bajarê Dêrikê banga rawestandina komkujiyên li perava Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan kir.

Elewiyên li Dêrikê: Terora li peravê rawestînin!
17 adar, 2025   07:25
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Ji 6’ê Adarê ve li herêmên perava Sûriyeyê komkujî têne kirin. Li gorî daneyên, malbat bi temamî jî di nav de  zêdetirî hezar û 500 kes hatine qetilkirin.

Elewiyên li bajarê Dêrikê dimînin,  bertek li hemberî komkujiyên li perava Sûriyeyê nîşan da û daxwaza destwerdanê kir.

Silêman Risto diyar kir ku ew bi fikareke mezin komkujiyên li perava Sûriyeyê dişopînin û got: "Ev komkujî gihiştîne asteke wisa ku dê nikarin cenazeyên qurbaniyan defin bikin. Ya li peravê rû dide sûc û terora li dijî taîfeya Elewî ye û li dijî  tevahî pîvanên mirovî ye."

Risto anî ziman ku divê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî komkujiyên li dijî Elewiyan rawestînin û mafên kêmneteweyên li Sûriyeyê biparêzin. Her wiha xwest ku fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di vê qonaxa hestiyar de aştiya navxweyî pêk bîne.

Hatim Sihêm jî komkujiyên li dijî Elewiyan bi tundî şermezar kir û got, sûcekî dijmirovî tê kirin, divê dimildest were rawestandin.

Hatim Sihêm bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û tavilê komkujiyan rawestîne. Her wiha got, zêdebûna tundiya mezhebî dê herêmê bixe metirsiyeke mezin.

(bb)

ANHA