"Di projeya Rêbertiyê ya aştî û demokrasiyê de jin stûna bingehîn e"

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran Meryem Osman destnîşan kir ku jin stûna bingehîn a projeya aştî û demokrasiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e, lewma divê jin ji bo ku ji bandora zihniyeta mêr rizgar bibin, divê têkoşîna xwe bilind bikin.

"Di projeya Rêbertiyê ya aştî û demokrasiyê de jin stûna bingehîn e"
17 adar, 2025   03:45
REQA
MIZGÎN ELÎ

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm têkildarî peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ajansa me re axivî.

Meryem Îbrahîm diyar kir ku pirsgirêka azadiya jinê ji bo Rêber Abdullah Ocalan her tim girîng e û der barê bandorên peyama Rêber Abdullah Ocalan li ser jinan de got: "Em nikarin bînin ziman. Beramberî fikir û felsefeya Rêberê mezin hemû gotin, hest û felc dibin. "

Meryem di berdewama axaftina xwe de der barê vê mijarê de diyar kir ku jin ne tenê pêkhateyên biyolojîkî ne, lê belê ew pergaleke çandî, civakî û dîrokî ye, lewma divê ku jin ji astengiyên ku zihniyeta mêr di hemû serdeman de ferz dike rizgar bibe.

Meryem destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan ne ji bo komeke taybet e, lê bangawaziyek ji hemû kom û gelan re ye, bi taybet ji jinan re ye. Her wiha destnîşan kir ku şoreş îro ketiye ser milê jinan û divê jin ji bo serkeftina şoreşê bi awayekî çalak berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Her wiha Meryem tekez kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ya “aştî û civaka demokratîk” ji bo jinan vejînek e û divê jin ji bo pêkanîna armancên xwe rabin ser piyan, ji ber ku ev peyam di vê qonaxê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran Meryem Îbrahîm diyar kir ku divê rêxistinên mafên mirovan girîngiya peyamên Rêber Abdullah Ocalan zanibin, ku ev peyam nêrîna wî ya ji bo aştî û demokrasiyê li ser asta herêmî û navneteweyî nîşan dide. Her wiha ji hemû aliyên têkildar xwest ku li şûna berdewamkirina sistema işkence û qirkirinê, lêborîna xwe ji Rêber Abdullah Ocalan bixwazin.

(k)

ANHA