’Banga Rêber Apo gavek ber bi demokrasî û aştiyeke mayînde ve ye’

Şêniyên bajarê Dêrikê diyar kir ku banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan gaveke girîng ber bi demokrasî û avakirina aştiyeke mayînde ve ye.

’Banga Rêber Apo gavek ber bi demokrasî û aştiyeke mayînde ve ye’
17 adar, 2025   02:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

27’ê Sibatê şandeya DEM Partiyê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Banga ku bi navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" hate ragihandin li ser asta herêmî û navneteweyî ve hat pêşwazîkirin.

Şêniyên bajarê Dêrikê piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan û wekî gavekê ber bi aştiyeke mayînde ve bi nav kir.

Welatiyê bi navê Nayîf El Elî anî ziman ku bang dîrokî ye û got: "Rêber Abdullah Ocalan banga diyalog û aştiyê kir, lê dewleta Tirk tu bersiv neda û siyasetên paşguhkirin û dûrxistinê didomîne."

Nayîf El Elî destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan banga aştî û jiyana hevbeş di navbera hemû gelan de ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em li gorî pîvanên wê ku banga demokrasî û biratiya gelan dike, tev bigerin."

Jina bi navê Stêrvan Hisên jî bang destpêka veguhertina ber bi demokrasiyê pênase kir û wiha domand: "Rêber Apo deriyê aştiyê ji me re vekir. Girêdana me ya bi fikirê wî û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî bingeha pêkanîna vê bangê ye."

Şêniyê bi navê Mutîh Elî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan biryar da ku pêvajoya şerê çekdarî bi dawî bibe û pêvajoya demokrasî, aştî, jiyana hevbeş di navbera gelên Kurd û Tirk de dest pê bike.

Mutîh El Elî da zanîn ku Rêber Abdullah banga rawestandina şer û herkîna xwînê dike û jiyana hevbeş û tevkariyê jî pêş dixe.

(bb)

ANHA