ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 16-11-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 16-11-2024
16 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re têrê nake û daxwaza xwe ya ji bo azadiya wî ya fîzîkî anî ser ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hisên Osman destnîşan kir ku berxwedana gelê herêmê bi hevgirtin û xurtkirina hişmendiya xweparastinê ve girêdayî ye û banga bilindkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên êlên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar nîşan da. Rûspiyan diyar kir ku ev operasyon dê bibe sedema ewlehî û aştiyê û xurtkirina yekitiya nîştimanî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li zêdetirî 4 hezar dibistanan ji bo xurtkirina têkiliya di navbera xwendekar, mamoste û malbatên xwendekaran de meclisên malbatên xwendekaran tên avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a bajarê Şedadê têkildarî têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, panelekê li hola meclisa bajêr li dar dixe saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê li qada Jina Azad derdikevin meşê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elaa Hekûm El Helîl li goristana şehîdan a bajêr dispêrin axê saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê ji bo bîranîna 99 şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax, Îlon, Cotmeh û Mijdarê merasîmekê li hola meclisê ya li bajêr li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)