El Zubeydî destpêkirina qonaxa veguhêz ragihand

Meclisa veguhêz a başûrê Yemenê destpêkirina qonaxa veguhêz a 2 salan ji bo ragihandina dewleta başûr ragihand, li gel wê banga referandûmeke gelêrî ji bo diyarkirina çarenûsa herêmê kir.

El Zubeydî destpêkirina qonaxa veguhêz ragihand
2 ÇILE, 2026   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa veguhêz a başûrê Yemenê ya bi serokatiya Eyderos El Zubeydî destpêkirina qonaxek veguhêz a 2 salan ji bo ragihandina dewleta başûr, ragihand. Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku navbeynkariya diyalogê di nava aliyên eleqedar ên li bakur û başûrê de bike, mekanîzmayên mafên gelê başûr di çarenûsê de bi rêya referandûmeke gelêrî diyar dike, destnîşan bike.

El Zubeydî destnîşan kir ku qonaxa veguhêz di nava xwe de berdewama xebata saziyên dewletê, hikumet û rayedarên herêmî di başkirina xizmetguzariyan û dayîna mûçeyan de dihewîne û da zanîn ku armanc ew e ku ev yek gav bi gav û ewle armancên gelê başûrê pêk bîne, bêyî ku ewlehî yan aramiya herêmê bixe xeteriyê.

Meclisê diyar kir ku qonaxa veguhêz wê piştî 2 salan bi pêkanîna deklarasyoneke destûrî ji bo vegerandina dewleta başûr, bi dawî bibe. Wê deklarasyon tavilê bikeve pratîkê ger başûrê rastî êrişekê bê yan jî daxwazên wê neyên pêkanîn.

(ac/fr)

ANHA