El Zeydî bang li Heşda Şabî kir: Bikevin bin desthilata dewleta Iraqê

Serokwezîrê Iraqê Elî El Zeydî, piştî daxuyaniya Lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîe Muqteda Sedir ku koma milîsên çekdar ên Seraya Selam ji tevgera wan veqetiya, bang li komên Heşda Şabî kir ku di bin desthilata dewleta Iraqê de tev bigerin.

El Zeydî bang li Heşda Şabî kir: Bikevin bin desthilata dewleta Iraqê
27 gulan, 2026   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Elî El Zeydî îro pêşwazî helwesta neteweyî ya lîderê Tevgear Neteweyî ya Şîe Muqteda Sedir kir. Beriya çend saetan Sedir ragihand ku koma milîsên çekdar ên Seraya Selam ji tevgera wan veqetiya ye.

El Zeydî bang li komên din ên Heşda Şabî kir ku di bin desthilata dewleta Iraqê de bixebitin.

El Zeydî ev destpêşxerî wekî "gaveke girîng ber bi xurtkirina aramiya navxweyî, bicihkirina prensîba monopola dewletê li ser çekan û piştgiriya hêzên ewlehiyê di pêkanîna erkên xwe yên neteweyî û destûrî de" nirxand.

Ji dema ku di nîvê Gulanê de El Zeydî dest bi kar kiriye, soz daye ku çekan bi tenê ji bo dewleta Iraqê sînordar bike. Ev yek di demekê de tê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zextê li Iraqê dike da ku çekên komên Heşda Şabî kontrol bike ku wan wekî "terorîst" û dilsozên Îranê dihesibîne.

(fr)