Ji bo sibe û dusibe hişyariyên bahoza tozê

Navenda Meteorolojiyê ya Sûriyeyê ragihand ku dê di 2 rojên bê de li çend herêmên Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên Cizîrê û çolistanê leza hewa xurt bibe û bahoza tozê çêbibe.

Ji bo sibe û dusibe hişyariyên bahoza tozê
27 gulan, 2026   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Meteorolojiyê ya Wezareta Rewşa Awarte û Karesatan a hikumeta demkî ya Sûriyeyê, li çend herêmên Sûriyeyê dê roja pêncşemê û înê (28-29 Gulan), zêdebûnek berbiçav di leza hewayê de çêbibe, leza hewayê wê 50 û 80 kîlometreyan di saetê de be.

Navenda hişyarî da ku hewa dê toz û qûmê rabe, şert û mercên mij û tozî çêbike, bi taybetî li herêmên rojhilat, herêma Cizîrê û çolistanê.

Navendê da zanîn ku deverên herî bandordar Reqa, Dêrazor, Hesekê, rojhilatê Humsê û herêmên çolistanê ne. Wê tevî hewaya xurt bahoza tozê jî çêbibe.

Di dawiyê de navendê destnîşan kir ku li gel vê hewaya xurt xeteriya şewatên giyayayên hişk, berhemên çandiniyê û daristanan jî heye û bang li welatiyan kir ku agir li nêzî berhemên çandiniyê û daristanan pênexin û dûvikên çixareyan neavêjin.

(fr)