El Şaraa di dezgeha ewlekriyê de hin tayînkirinên nû pêk anîn

Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Ehmed El Şaraa, çend karmend li erkên nû yên ewlehiyê tayîn kirin, di nav de serokatiya Buroya Ewlekariya Neteweyî û Rêveberiya Îstîxbarata Giştî, her weha hin erkdariyên di Wezareta Karên Hundir de.

El Şaraa di dezgeha ewlekriyê de hin tayînkirinên nû pêk anîn
19 tîrmeh, 2026   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANA, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Ehmed El Şaraa, îro rêze biryar derxistin ku tê de hin kes ji bo erkên ewlehiyê erkdar kirin, di nav de erkên di Buroya Ewlekariya Neteweyî, Wezareta Karên Hundir û Rêveberiya Îstîxbarata Giştî de jî hene.

Li gorî fermanan, Enes Xetab wekî Rêveberê Buroya Ewlekariya Neteweyî hate tayînkirin, di heman demê de posta xwe ya wekî Wezîrê Karên Hundir parast.

Her wiha Huseyîn El Selame wekî Cîgirê Rêveberê Buroya Ewlekariya Neteweyî û Mulhem El Şantout wekî Cîgirê Wezîrê Karên Hundir ji bo Karûbarên Ewlekariyê hatin tayînkirin.

Ebdulqadir Tahan wek serokê Rêveberiya Îstîxbarata Giştî hate tayînkirin û Husên El Selame derbasî posta xwe ya nû li Buroya Ewlekariya Neteweyî bû.

(k)

ANHA