Ava Elokê gihîşt stasyona El Himê

Ava stasyona Elok piştî qutbûyîna bi salan gihîşte stasyona El Himê ya bakurê Hesekê. Wê piştre av ji bo taxên li bajêr bê dayîn.

Ava Elokê gihîşt stasyona El Himê
Ava Elokê gihîşt stasyona El Himê
Ava Elokê gihîşt stasyona El Himê
Ava Elokê gihîşt stasyona El Himê
Ava Elokê gihîşt stasyona El Himê
19 tîrmeh, 2026   11:06
HESEKÊ

Duh (18 Tîrmeh) di saetên derengiya şevê de, piştî qutkirina bi salan, ava stasyona Elok gihîşt stasyona El Himê ya bakurê bajarê Hesekê

Bi awayeke tecrubeyî di stasyona Elok de 19 bîr tên bikaranîn. Gerînendetiya Avê ya Bajarê Hesekê xebatên rakirina astengiyên li ser xeta stasyona Elok ya ji gundewarê bajarê Serêkaniyê heta Stasyona El Himê ya bakurê Hesekê didomin.

Piştî bidawîbûna qonaxa tecrubeyî, tekezkirina bi temamî amadebûna stasyonan û xetên avê ji bo dayîna avê, dagirtina depoyên stsayona El Himê wê av ji bo taxên bajarê Hesekê bê dayîn.

Şîrketa giştî ya ava vexwarinê û kanalîzasyonê duh diyar kir ku wê bi awayeke fermî xistina stasyona Elok di warê xizmetê de ragihînin. Wê ev yek piştî bidawîkirina lêkolînên derbarê başbûna qelîteya avê ji hêla aliyên peywendîdar pêk were.

(sb)

ANHA