El Hicrî banga lêpirsîneke navneteweyî ji bo sûcên li Siwêdayê kir

Şêx Hikmet El Hicrî sûcên qirkirinê û binpêkirinên berfireh ên li dijî sivîlan ji hêla hikumeta veguhêz ve hatine kirin şermezar kirin û banga vekirina lêpirsînekê û hesabpirsîna ji sûdaran kir. El Hicrî spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo alîkarî û piştgiriya mirovî kir.

El Hicrî banga lêpirsîneke navneteweyî ji bo sûcên li Siwêdayê kir
9 tebax, 2025   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî bi daxuyaniyekê "Êrişên terorane yên sîstematîk" bi sûcên qirkirinê yên li dijî şêniyên Siwêdayê wesif kirin û destnîşan kir ku di van êrişan de sivîl di nav de zarok, jin û temenmezin hatin qetilkirin, mal hatin şewitandin, ambargoyeke berfireh hat ferzkirin bi wê re av, kehrebe û xurek hat qutkirin. 

El Hicrî tiştê rû dide bi "plana qirkirinê ya bêdeng" a ku bi xwînsarî tê kirin û li dijî yasaya mirovî ya neteweyî diyar kir.

Di daxuyaniyê de El Hicrî "xapandina ragihandinê" an jî berevajîkirina rastiyan a ku medyaya dîjîtal a girêdayî hikumeta veguhêz dike, da ku binpêkirinan di bin diruşma "ferzkirina ewlehiyê" de rewa bikin, şermezar kir.

El Hicrî bi rêya daxuyaniyê de spasiya dewlet û aliyên ku ragihandine piştgiriya doza Siwêdayê kirine, wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), dewletên Kendavê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya piştgiriya xwe ya "alîkarî û mirovî", kir.

Di berdewama daxuyaniyê de El Hicrî banga vekirina lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe der barê sûcên li Siwêdayê hatine kirin de kir û hat diyarkirin ku divê kesên destên wan di sûcan de hene ji Dadgeha Cinayetê ya Navneteweyî (ICC) were veguhastin, divê şandeyên çavdêriyê yên navneteweyî ji bo parastina sivîlan werin şandin, piştgiriya siyasî û leşkerî ji komên çekdar ên li derdora Siwêdayê re were sekinandin. El Hicrî bang li dewletên garantor kir ku zextê li hikumeta veguhêz bikin ku pabendî agirbestê be, binpêkirinan dubare neke.

El Hicrî diyar kir ku divê "tevahî milîş" û komên çekdar heta bi derveyî sînorê îdarî ya Siwêdayê vekişin, da ku şênî bikaribin vegerin gund û malên xwe.

Di dawiya daxuyaniyê de El Hicrî bang li şêniyên Siwêdayê kir ku yek bin û dijî fitneyê derkevin û got, "Şênî tenê ji bo parastina xwe û rûmetê çekê hildigirin" û ew ê li hember êrişan li ber xwe bidin.

(fr)