Li Helebê jin ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ dixwînin

Li Akademiya Şehîd Hêzil a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jin bi komî Manîfestoya Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dixwînin.

10 tebax, 2025   04:25
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Li Akademiya Şehîd Hêzil a girêdayî Kongra Starê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê koma xwendina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan hat avakirin. Heya niha bi beşdariya nêzî 30 jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên komîn û meclisên her du taxan 3 komên xwendinê hatine avakirin. Rêveberên akademiyê diyar kir ku dê birêxistinkirina komên xwendinê bidomînin.

Li gorî berpirsên bernameya perwerdeyê ya akademiyê, hefteyê 4 roj ji bo xwendin û nirxandina pirtûkê hatine diyarkirin. Her rûniştinek jî ji saet 08.00’an heya 16.00’an dewam dike.

Jina bi navê Selwa Hemdî cihê xwe di koma sêyemîn a perwerdeyê li Akademiya Şehîd Hêzil de girtiye. Selwayê anî ziman ku pêvajoya heyî perwerde û birêxistinbûneke durist pêwîst dike û got: "Manîfesoya Aştî û Civaka Demokratîk pirsgirêkên mirovî yên ji dema avabûna gerdûnê û derketina mirovahiyê heya serdema heyî, bi berfirehî şîrove dike."

Ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Şehîd Hêzil Ranya Hemo jî bal kişand ser girîngiya birêxistinkirina dewreyên perwerdeyê û got: "Armanc ew e ku berpirsyarî û mîsyonên ku di vê qonaxa dîrokî ya girîng de dikevin ser milên jinan, bi wan bidin naskirin. Ev yek jî bi birêxistinbûn, bi perwerde û balkişandina ser pirsgirêkên jinan û rêbazên derbaskirina pirsgirêkan û pêşxistina rewşa jinan dibe."

(bb)

ANHA