Di teqîna bermahiyên şer li Lubnanê de kuştî û birîndar

Artêşa Lubnanê ragihand ku di dema bêbandorkirina bermahiyên ji ber bombebarana Îsraîlê nehatine teqandin de teqînek çêbû, bi wê re hejmarek ji endamên wê hatin kuştin û birîndar bûn.

Di teqîna bermahiyên şer li Lubnanê de kuştî û birîndar
9 tebax, 2025   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê diyar kir ku di dema bêbandorkirina teqemeniyên nehatine teqandin de li herêma di navbera bajarokê Mecdel Zon û Wezbeqîn li Sor a başûrê Lubnanê de, bermahî teqî, di encamê de hejmarek ji endamên artêşê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Lubnanê daxuyand ku "Dema tîmek endazyariyê ya teqemeniyan a artêşa Lubnanê mayîn bêbandor dikirin, teqîn çêbû û di encamê de hejmarek endam şehîd bûn û hin jî birîndar bûn."

Serokê hikumeta Lubnanê Newaf Selam bi rêya hesabê xw ya Xˊê xemgîniya xwe anî ziman û got: "Artêşa Lubnanê li hember xeteriyên bênavber erka xwe ya niştîmanî pêk tîne."

(fr)