Konferansa Munîhê bi beşdariya girseyî, amadebûna QSDˊê û Rêveberiya Xweser dest pê kir

Di van kêliyan de Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 62ˊyemîn bi beşdariya berfireh ji serokên Ewropî û dewletan di nav de Marco Rubio, Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed dest pê kir. Di konferansê de wê dozên şerê li Ukrayna, nakokiyên navneteweyî û aloziya li Rojhilata Navîn werin nîqaşkirin.

Konferansa Munîhê bi beşdariya girseyî, amadebûna QSDˊê û Rêveberiya Xweser dest pê kir
13 sibat, 2026   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 62ˊyemîn bi beşdariyeke berfireh ji serokên Ewropî û dewletan, di nav wan de Friedrich Merz, Emmanuel Macron û Keir Starmer, dest pê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî beşdarî konferansê dibe, li gorî texmînan bandoriya Amerîkayê li gorî par dê kêmtir be.

Ji nava amadebûyan jî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed hene.

Tê payîn di rûniştinên konferansê de hejmarek ji dozên girîng weke nakokiya têkiliyên di navbera Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, rageşiya li Rojhilata Navîn werin nîqaşkirin.

Sekreterê Giştî yê NATOˊyê Mark Rutte axaftina destpêkê ya konferans kir. Rutte destnîşan kir ku di hevdîtinên roja pêncşemê de li Brukselê bi wezîrên parastinê yên NATOˊyê re guhertinek di perspektîfê de diyar bû. Rutte da zanîn ku hevgirtinek di nêrînan de û yekîtî di helwestan de heye û anî ziman ku girîng e ku Ewropa roleke pêşengiyê ya mezintir di nav NATOˊyê de bigire ser xwe.

Konferans wê di navbera 13-15ˊê Sibatê de bi rê ve biçe.

(fr)