Ekrem Îmamoglû ji îdiaya ‘nelirêtiyê’ hate girtin

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi îdiaya “Nelirêtiyê” hate girtin.

Ekrem Îmamoglû ji îdiaya ‘nelirêtiyê’ hate girtin
23 adar, 2025   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Karûbarên îfadegirtinê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de 91 kesan ên di 19’ê Adarê di çarçoveya lêpirsînan de hatibûn binçavkirin ên li dozgerî û dadgeriyê bi dawî bûn. Îmamoglû di her du lêpirsînan de jî parastina xwe kir. Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê saet di 07.38'ê de temam bû û got: “Ev îftîraye dê li dîwarên di dilê gelê me de qelibin û têk biçin.”

Hat îdiakirin ku Îmamoglû di çarçoveya lêpirsîna “nelirêtiyê” de hatiye girtin. Ajansa Anadoluyê saet di 10.06'ê de ragihand ku Ekrem Îmamoglû di çarçoveya lêpirsîna “nelirêtiyê” de hatiye girtin.

SERDOZGERIYÊ DAXUYANÎ DA

Çavkaniyên Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê agahiya ku Îmamoglû ji dosyaya “nelirêtiyê” hatiye girtin, derewand. Wekîlê Serdozgerê Komarê got: “Hêj jî hinek cih weke hatibe girtin nûçeyan parve dikin. Ev nûçe ji bo zirardayina lêpirsînê hatine parvekirin. Ez careke din dubare dikim, ji bilî daxuyaniya min ji tu daxuyaniyên derve bawer nekin.’’

 Parêzerên Îmamoglû jî ji DW Turkçeyê re axivîn û gotin ku lêpirsîna nelirêtiyê jî di nav de, tu biryarên ji wan re hatine teblîxkirin û an jî li rûyê Îmamoglû hatine xwendin tune ne.

DADGERIYÊ BIRYARA GIRTINÊ DA

Dadgeriyê, biryara xwe ya der heqê Îmamoglû de aşkera kir. Îmamoglû bi îdiaya “nelirêtiyê” hate girtin. Daxwaza girtinê ya bi îdiaya “Lihevkirina bajar” jî hate redkirin.