Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê didomin: 18 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de herî kêm 18 kes hatin kuştin.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê didomin: 18 kes hatin kuştin
23 adar, 2025   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên filistînî ragihandin ku artêşa Îsraîlê îro êriş li ser herêma Til Sultan a girêdayî Refehê ya başûrê Xezayê da destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê hişyarî da niştecihên herêma Til Sultan û diyar kir ku herêm bûye herêma şer a xeternak. Artêşê bang li şêniyan kir ku herêmê vala bikin û biçin herêma Mewasî.

Çavkaniyên xwecih ji Xezayê jî ragihand ku artêa Îsrîalê tank anîne herêmê û bi obîsan taxên Til Sutan bi dijwarî topbaran kirin. Li gorî çavkaniyan, di êrişa Îsraîlê ya li ser malekê kuştî û birîndar çêbûne. Her wiha diyar kir ku artêşê rojavayê Refehê bi dijwarî bombebaran kirin.

Çavkaniyên tenduristî jî diyar kiribûn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi kêmanî 18 kes hatin kuştin.

(bb)