’Jinên Kurd  rûpeleke nû dinîvisînin’

Di Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava de hate gotin, jinên Kurd li hola konferansê rûpeleke nû ji bo Rojavayê Kurdistanê dinîvisînin. Hate diyarkirin ku pêvajoya ku Sûriyeyê tê re derbas dibe, pêvajoya avabûnê ye, heke di vê pêvajoyê de jin nikaribe rola xwe diyar bike dê li pêşberî xeteriyên pir mezin rû bi rû bimînin.

’Jinên Kurd  rûpeleke nû dinîvisînin’
23 adar, 2025   13:07
QAMIŞLO

Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi beşdariya nêzî 300 delegeyên ji jinên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên jin ên ji saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, jinên ji Heleb û Şamê, li bexçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo dewam dike.

Piştî axaftina destpêkê, çalakvana sivîl û endama Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) Stêr Qasim, endama Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) Sîham Emoka, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo û Seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê Narîn Metînî wekî endamên dîwana rêvebirina konferansê hatin hilbijartin.

Endama Komîteya Amadekar a Konferansê û Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo rapora rewşa siyasî ya Kurdistanê û Sûriyeyê xwend. Di raporê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate nirxandin.

Piştre rûniştina `Rewşa Siyasî` ji aliyê Rîhan Emoka ve hate birêvebirin. Beşdaran jî der barê rewşa siyasî de nêrînên xwe anîn ziman.

Nivîskar Beşîra Derwêş di nirxandina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên desthilata Şamê û da zanîn ku ji gotin û nêzîkatiyên HTŞ`ê hêvî nayên kirin.

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman diyar kir ku tevî hemû êrişên siyasî yên li hembeîr jinan jinan, di rêja yekem de şoreşa mirovatiyê heq kir û got "Heqîqet û rastiya jinan di nava şoreşa jin derket. Bi keda şehîdan em gihane van astan û ber bi nasnameyeke cîhanî ve diçin."

Cewahir Osman di dawiya axaftina xwe de berxwedana jinan a li Bendava Tişrînê silav kir.

Endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Dawûd da zanîn ku Kurd pêşengtiya sedsala 21`emîn dikin û ev li gotinên xwe zêde kir " Ji bo ku rê li ber siyasetên qirkirinê bên girtin, pêwîste Kurd mohra xwe li guhertinên heyî bixin. Di Newroza 2025`an de hate diyarkirin ku Kurd pêşengtiya cîhanê dikin û xwestekên yekitiyê derketin pêş."

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku jinên Kurd li hola konferansê rûpeleke nû ji bo Rojavayê Kurdistanê dinîvisînin û got: "Di vê dema hesas de çarenûsa gelê Kurd tê nivîsandin. Ji bo jin rola xwe di vê pêvajoyê de diyar bike, pir girîng bû ku ev konferans tê lidarxistin. Pêvajoya Sûriyeyê tê re derbas dibe, pêvajoya avabûnê ye.  Sûriye xwedî pêkhate û çandên cuda ye, lew ra gelê Sûriyeyê ji avabûna ku rêveberiya Şamê dixwaze bike hêvî nagire. Heke di vê pêvajoyê de jin nikaribe rola xwe diyar bike wê xeteriyên pir mezin li pêşiya wê derkevin. Jinên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deng vedane, hişyarbûna jin heye, divê vê hişyarbûna xwe bide jinên Sûriyeyê jî."

Îlham Ehmed bi domdar got: “Tê xwestin ku îro roj di vê gava dîrokî de hemû jin xwedî helwestên rast bin. Yekitiya Kurdan pir pir girîn e, ev pêvajoya heta astekê hatiye û em bi hêvî ne ku di demeke nêz de konferans bê lidarixistin. Ji bo Sûriyeke nenavendî tifaqa gelê Kurd gelekî girîng e. Xwedîderketina li banga Rêber Abdullah Ocalan jî bandoreke erênî çêkir û xwedîderketina vê pêvajoyê gelek girîng e. Lewma ev konferans wê karibe mohra xwe li dîroka nû ya Sûriyeyê bixe.”

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed jî axivî destnîşan kir ku hebûna mirov bi parastinê ve girêdayî ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Pirsgirêka Kurd jî ancex bi çareserkirina pirsagirkêka jin çareser bibe. Pergalên ku ev gav nekirin, nikarîbûn pirsgirêkê xwe çareser bikin. Lewma pêwîste xala xweparatinê di belgeyê de bê bicihkirin."

Newroz Ehmed anî ziman ku xurtkirina YPJ’ê girîngiyek e û "Bi xweparastinê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi semboleke berxwedaniyê hate naskirin.”

Nîqaşên têkildarî xala yekemîn bi dawî bûn. Konferans bi xala xwendin û nîqaşkirina ser reşnivîsa wesîqeya “Konferansa Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê” dewam dike.

(ekib)

ANHA