Ekrem El Mehşûş: Yekitî û parastina mafên pêkhateyan bingeha avakirina Sûriyeyê ye

Şêwirmendê eşîra El Cibûr banga xurtkirina nirxên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de kir û diyar kir ku parastina mafên çandî û ziman û avakirina hemwelatîbûna wekhev bingeha avakirina siberoja Sûriyeyê ne.

Ekrem El Mehşûş: Yekitî û parastina mafên pêkhateyan bingeha avakirina Sûriyeyê ye
14 hezîran, 2026   03:25
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Daxwazên ji bo xurtkirina aramiya civakî û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de zêde dibin. Derdorên civakî balê dikişînin girîngiya parastina mafên çandî, ziman û dîrokî, ji bo avakirina dewleteke li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û rêzgirtina cihêrengiyê.

Der barê mijarê de şêx Ekrem El Mehşûş ê şêwirmendê eşîra El Cibûr got: "Rastiya kesên ku zimanê nefretê gur dikrirn û ku li dijî herêmê dixebitin û dixwazin di navbera pêkhateyên wê de nakokî peyda bikin, aşkera bû, her wiha niyeta hemû kesên ku hewl didin aramiya herêmê têk bibin û tevna wê ya civakî hilweşînin, aşkera bûye. Em, wek eşîr, hemû hewldanên ji bo gurkirina nakokiyan an jî pêkanîna dabeşbûnê di navbera gelên herêmê de napejirînin, ji ber ku yekitî û hevgirtina me garantiya bingehîn a parastina ewlehî û aramiyê ye.”

El Mehşûş wiha dewam kir: “Herêma Cizîrê malovaniya civakên cihêreng ên ji gelek ol û netewan kiriye. Di salên borî de, herêm rastî gelek hewldanan ji bo hilweşandina civakê û qelskirina girêdanên wê yên civakî û dîrokî hatiye, lê ev hewldan bi ser neketin. Gelê me hevgirtî ye û girêdanên dîrokî û civakî yên ku wan digihîne hev xurt in.”

El Mehşûş got: “Divê destûra nû ya Sûriyeyê mafên hemû civakan garantî bike û bikaranîna wan a dadperwer û wekhev a mafên wan ên çandî, zimanî û civakî misoger bike. Berpirsyariyeke hevpar dikeve ser civakên neteweyî yên cihêreng, ew jî ew e ku ji bo pêkanîn û parastina mafên hemû civakên Sûriyeyê bixebitin, bêyî dûrxistin û paşguhkirinê. Em piştgiriyê didin mafên çandî û zimanî yên civakên cihêreng û divê ev maf bi zelalî û aşkera di destûra Sûriyeyê ya siberojê de cih bigirin.”

El Mehşûş bang li hikumeta demkî kir ku “bi baldarî bixebite da ku mafên çandî, zimanî û dîrokî yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze, hevkariya neteweyî xurt bike û prensîbên dadmendî û hemwelatîbûna wekhev ji bo hemû welatiyan xurt bike.”

El Mehşûş di dawiyê de wiha got: “Divê gelê me hesasiyeta qonaxa heyî û berpirsyariya neteweyî nas bike. Divê ew xwe ji gotinên nefretê û kînê dûr bixin û her tiştê ku dikare di navbera kom û olên cuda de nakokî yan dabeşbûnê çêke red bikin. Siberoja Sûriyeyê divê li ser bingeha jiyana hevbeş, lihevhatin û rêzgirtina hevbeş were avakirin. Divê em hewl bidin Sûriye ya hemû sûriyeyiyan be, dewletek ku welatiyên xwe di bin sîwana hemwelatîbûn û mafên wekhev de, bêyî tu cudahî be. "

(k)

ANHA