Bi hebûna YPJ`ê re dê deskeftiyên şoreşa Rojava werin parastin

Yekîneyên Parastina Jin ne tenê hêzeke leşkerî ye. Şervanên YPJ`ê li dijî adet û kevneşopên civaka zayendperest helwest nîşan dan û ji destpêka şoreşa Rojava heyanî niha hezar û 2 şervanên YPJ`ê şehîd bûne. 

Bi hebûna YPJ`ê re dê deskeftiyên şoreşa Rojava werin parastin
14 hezîran, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji sala 2012`an bi şoreşa Rojava re jinên Kurd çek li hember êrişên çeteyan rakirin. 2`yê Nîsanê 2013`an konferansa xwe li dar xist û 4`ê Nîsanê avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand. 

YPJ bû nasnameya hemû jinên ku dixwest bibin şervan. Hîna salek di ser şoreşa Rojava re derbas bûbû, dewletên herêmî û bi taybet dewleta Tirk komên çeteyan bi rêxistin kirin da ku êrişî şoreşa Rojava bikin û dawî lê bînin.

ŞERVANÊN JIN XWE BI RÊXISTIN KIR

Şervanên jin dema li Sûriyeyê krîzên siyasî hebûn û gelê Kurd ê Rojava parastina herêmên xwe dikir, wan xwe bi rêxistin kir û tabûrên xwe ava kirin.

Tabûra yekemîn di 13’ê Sibata 2013’an de bi navê Şehîd Rûken li herêma Efrînê hate avakirin.

8’ê Adara 2013’an li bajarê Qamişlo Tabura Şehîd Adalet hate avakirin.

24’ê Adara 2013’an li Kobanê Tabura Şehîd Dîcle hate avakirin.

Di 25’ê Sibata 2013’an de li Dêrikê Tabûra Şehîd Zozan û li Dirbesiyê jî Tabûra Şehîd Berçem hate avakirin.

ŞERVANÊN JIN MÎNA HER CARÊ ŞER KIR Û TESLÎMIYET QEBÛL NEKIR

Sala 2013`an şehîd Roksan Efrîn û şehîd Jînda pêşengiya çanda berxwedanê kir, ji bo nekevin destê çeteyên Cebhet El Nusra canê xwe feda kir.

Sala 2014`an di berxwedana Kobanê de şervanên YPJ`ê dilsoziya xwe ya bi gelê Kurd re diyar kir û ji bo parastina wan li ber xwe dan. Bi sedan şervanên YPJ`ê şehîd bûn û birîndar bûn û gav bi paş ve neavêtin. Êvar Efrîn di kêliyên ku dibêjin dê Kobanê bikeve, lingê xwe avêt nava xaka Kobanê û berê xwe da eniyê. Carekê birîndar bû, cara duyemîn jî berê xwe da eniya şer û ji bo nekeve destê çeteyên DAIŞ`ê canê xwe feda kir. Şervanên fermandar Êvar Efrîn, Hebûn Dêrik, Stêrk Hekarî bi dehan xwedî li çanda berxwedanê ketin û şopandin.

BERXWEDANA YPJ`Ê HATE BELGEKIRIN

YPJ`ê cara yekemîn 2013`an li bajarê Serêkaniyê li dijî çeteyên Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Di heman salê de dawiya 2013`an û destpêka 2014`an YPJ`ê li Til Hemîs û Til Temir tev li şerê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê bû.

3`yê Tebaxa 2014`an şervanên YPJ`ê jî ji bo vekirina korîdoreke mirovî û ewlehî ji bo Kurdên Êzidî yên Şengalê û parastina wan ji komkujiyê berê xwe da Şengalê. 15`ê Tîrmehê 2014`an şervanên YPJ`ê li Kobanê bûn efsane û di berxwedana xwe de gihaştin lûtkeyê. Êdî jinên ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer dikir û li ber xwe dida, YPJ bûn.

16`ê sibatê 2016`an YPJ`ê cihê xwe di hemleya Pêngava Hêrsa Xabûrê de girt. Di Pêngava Hêrsa Xabûr gelek jinên di destê çeteyên DAIŞ`ê de bûn, hatin rizgarkirin. Her wiha YPJ`ê tev li hemleyên rizgarkirina Tebqa, Reqa, Dêra Zor û Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê, bû.

20 Çile 2018`an dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişî Efrîn kirin, şervanên YPJ`ê cihê xwe di berxwedaniya 58 rojan de girtin. 9`ê Cotmeha 2019`an li Serêkaniyê û Girê Spî jî li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dan. Di şer de têkneçûn ji ber li ber xwe dan heyanî ku şehîd bûn. Mîna şehîd Amara û gelek hevalên wê di şerê Serêkaniyê û Girê Spî de teslîm nebûn û gav paşve ne avêtin heyanî ku şehîd bûn.

17`ê Çile 2026`an li Tebqa, Reqa û Dêrazorê li hemberî êrişên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şervanên YPJ`ê weke şehîd Koçerîn û hemû şervanên tabûra wê li ber xwe dan heyanî ku şehîd bûn gav paş ve neavêtin.

DI NAVBERA 2012-2026`AN DE HEZAR Û 2 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Yekîneyên Parastina Jin li ser asta Rojava, taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li hemle û berxwedana li dijî êrişên li ser herêmê bûn. Ji destpêka Şoreşa Rojava 2012-2026 hezar û 2 şervanên YPJ`ê şehîd bûn.

JINÊN EREB JÎ TEV LI YPJ`Ê BÛN

Sala 2013`an jinên pêkhateya Ereb tev li YPJ`ê bûn. Bi taybet piştî ku Tebqa, Reqa, Dêrazor, Minbic û Şedadê ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û jinên Ereb şervanên YPJ`ê nas kirin, biryar dan ku li hember zayendperestiya civaka xwe dest bi têkoşînê bikin. Tev li YPJ`ê bûn, çek rakirin û beşdarî şer û pevçûnan bûn. Şervana YPJ`ê Roksen Dêrazor (Sara Cabir) sala 2014`an ji Qamişloyê tev li YPJ`ê bûye. Ew ji bajarê Dêrazorê ye û sala 2014`an şehîd bûye.

Tevlêbûna nava YPJ`ê ji bo jinên Ereb gaveke stratejîk bû. Şervanên YPJ`ê yên ji pêkhateya Ereb mîna ku ji bîreke kûr rizgar bibin, nefes standin û derfet ji wan re çêbû ku xwe ji zexta civakî rizgar bikin.

HIKUMETA DEMKÎ HEBÛNA YPJ`Ê QEBÛL NAKE

Hikumeta demkî, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hebûna YPJ`ê, tevger û rêxistinên jinan napejirînin. Di êrişên li ser Minbic, Şehba, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Tebqa, Reqa, Dêrazorê de hewl dan ku destdirêjiyê li rûmeta şervanên YPJ`ê bikin. Berxwedana şervanan gelekî li zora wan diçe û heyanî ji wan tê hewl didin îradeya şervanan bişikînin.

Niha jî Wezareta Parastinê di pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê de ferz dike ku YPJ belav bibe û dawî li hebûna wê were. YPJ di destpêka pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê de ragihand ku ew dixwaze cihê xwe di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bigire. Tevger û rêxistinên jinan ji bo piştgiriya YPJ`ê dest bi hemleya `Em hemû YPJ ne` kir û çalakiyan bi rêxistin dikin.

YPJ’ê bi salan li hember çeteyên DAIŞ`ê şer kir. Bi wêrekiya xwe bû hêviya tevahiya jinên cîhanê. Ev hêvî divê her tim hebe û hebûna YPJ`ê bidome. Şervanên YPJ`ê berpirsyariya parastina çanda berxwedanê rakiriye û divê hebûna wan were parastin.

(np)

ANHA