Ekranên balafirgeha Beyrûtê tên hakerkirin

Ekranên li hola Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq El Herîrî ya li Beyrûtê tên hakerkirin.

Ekranên balafirgeha Beyrûtê tên hakerkirin
7 ÇILE, 2024   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser malperên dezgehên civakî wêneyên ekranên li hundirê balafirgehê hatine belavkirin diruşma ˊCinod El Rebˊ anku ˊLeşkerên Xwedêˊ hatin belavkirin. Ew ˊCinodˊ komeke xiristiyan a muxalif e û bang li Hizbullah dike ku dest xwe ji ser balafrgeha Beyrûtê rake.

Di hakerê de hate nivîsandin de ku Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq El Herîrî ne balafirgeha Îranê ye, bi vê yekê peyamek da sekreterê giştî yê Hizbullah Hesen Nesrullah ku Lubnanê nexe nava şerê bi Îsraîlê re.