Di firineke Minbicê de şewat: karkerekî jiyana xwe ji dest da

Li Minbicê firinek li ser rêya Cizîrê şewitî, di encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.

Di firineke Minbicê de şewat: karkerekî jiyana xwe ji dest da
Di firineke Minbicê de şewat: karkerekî jiyana xwe ji dest da
Di firineke Minbicê de şewat: karkerekî jiyana xwe ji dest da
7 ÇILE, 2024   23:44
MINBIC

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, dema karkeran firina Selahedîn a nan tamîr dikir, agir pê ket. 

Li gorî nûçegihan di encama şewatê de yekser karkerek wefat kir û 5 birîndarên din rakirin nexweşxaneya Minbicê.

Nûçegihanê diyar kir ku navê karker Emar Îbrahîm El Omer e û navên 3 birîndaran jî hatin zanîn; Mihemed Ubeyd Ubeyd, Ehmed Nûrî Mihemed û Xesan Walî.

(fr)