Ehmed Silêman: Destwerdanên derve li pêşiya yekitiya Kurdan dibin asteng

Siyasetmeda Ehmed Silêman destnîşan kir ku tu astengiyên navxweyî li pêşiya yekitiya Kurdan nîn in, lê destwerdana derve, bi taybet jî dewleta Tirk, astenga herî mezin a li pêşiya vê pêvajoyê ye. Ehmed Silêman hişyarî da ku nakokiyên domdar dê wek hincetekê ji bo dûrxistina Kurdan ji geşedanên li Sûriyeyê werin bikaranîn.

Ehmed Silêman: Destwerdanên derve li pêşiya yekitiya Kurdan dibin asteng
14 adar, 2025   08:05
HESEKÊ
EHMED SILÊMAN

Bi hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê di Kanûna 2024’an de, Sûriye derbasî qonaxeke siyasî ya nû bû. Di vê çaroveyê de hêzên siyasî û leşkerî li gorî pêdiviyên pêvajoyê û guhertinên meydanî û herêmî dest bi tevgerê kir. Di heman demê de mijara girîngiya yekitiya Kurdan derket pêş.

Têkildarî hewlên avakirina yekitiya Kurdan, cîgirê sekretrrê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ehmed Silêman ji ajansa me re axivî.

Ehmed Silêman destnîşan kir ku piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê deriyê diyalogê di navbera partiyên Kurdan de vebû û got: "Armanca ji van diyalogan yekitiya partiyên Kurdan e, nemaze ji ber rewşa aloz a Sûriyeyê girîngiya rola kurdî di sazkirina destûra nû ya welat de."

Silêman aşkera kir ku hewlên yekitiyê di sala 2019’an de bi alîkariya Amerîka û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî dest pê kir û niha jî di bin çavdêriya çend aliyên navneteweyî de ev hewldan dewam dikin.

Silêman anî ziman ku yekitiya Kurdan bi du aliyên kurdistanî tenê ve sînordar nîn e, lê tevahî aliyên kurdistanî di nava xwe de dihewîne. Her wiha da zanîn ku, destkeftî û serkeftinên hatine bidestxistin, malê tevahî Kurdan e.

‘KONGREYEKE NETEWEYÎ PÊWÎSTIYEK E’

Ehmed Silêman di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya diyalogan ji bo garantîrkirina temsîliyeta Kurdan di qadên navneteweyî de û got ji pêkanîna yekiriya kurdî û mîsogerkirina mafên rewa yên gelê Kurd divê kongreyeke neteweyî bi beşdariya tevahî hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin.

‘DESTWERDANÊN DEWLETA TIRK DIBIN ASTENG’

Der barê astengiyên li pêşiya yekitiya Kurdan de Ehmed Silêman diyar kir ku destwerdana derve, bi taybetî yên dewleta Tirk, li hemberî hewldanên avakirina yekitiyê dibin asteng û got: "Serdanên nûnerê Mesûd Barzanî bo Rojava, dîsa serdana fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bo Başûrê Kurdistanê bi armanca îqnakirina dewleta Tirk e ku Kurd li Sûriyeyê metirsiyê li ser Tirkiyeyê çênakin, her wiha dîtina çareseriyan ji pirsgirêkên navxweyî re ye. Lê belê ji ber astengiyên domdar ku Tirkiye derdixr, heya niha tu encameke berbiçav çênebûye."

DI DAN Û STANDINÊN LI GEL ŞAMÊ DE GIRÎNGIYA LIHEVKIRINA KURDÎ

Silêman îşaret bi wê yekê kir ku lidarxistina kongreyeke neteweyî ya partî û tevgerên kurdî yên li Rojava dê helwesta Kurdan di dan û standinên siberojê yên li gel Şamê de bi hêztir bike û got nakokiyên berdewam di navbera hin aliyên kurdî de dê ji bo dûrxistina Kurdan ji guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê werin bikaranîn.

Cîgirê sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ehmed Silêman di dawiya axaftina xwe de got: "Bêyî beşdariya tevahî pêkhate û rengên gelê Sûriyeyê, bêyî beşdariya hêzên siyasî û leşkerî, di serî de QSD, ne mimkun e aramî li Sûriyeyê çêbe.”

(bb)

ANHA