Koçberên ji Efrînê: Peymana QSD û Şamê hêvî da

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê diyar kir ku peymana di navbera fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî de hêviya vegereke nêzîk daye wan.

Koçberên ji Efrînê: Peymana QSD û Şamê hêvî da
14 adar, 2025   07:15
HELEB

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê li ser gelek mijarên girîng ên wekî mîsogerkirina mafên destûrî yên Kurdan û saziyên leşkerî û sivîl di nava rêveberiya giştî de, li hev kir. Yek ji bendên din ên lihevkirinê vegera ewle ya koçberan e. 

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ku li Helebê dimînin, der barê vegera ewle ya koçberan de diyar kir ku peymanê piştî êşên koçberiyê hêviya vegereke nêzîk da wan.

Arîfe Mamo got: "Zêdetirî 7 sal e en ji bajarê xwe dûr in. Em êşa xerîbiyê dikişînin. Em dixwazin vegerin gund û malên xwe."

Arîfa Mamo ji bo vegera hêsan banga girtina tedbîrên pêwîst kir û wiha dom da axaftina xwe: "Em dixwazin bendên peymanê bi cih werin û di zûtirîn dem de vegera ewle ya koçberan were garantîrkirin û mafên xwe vegerînin. Em dixwazin herkîna xwîna bisekine û welat ber bi îslah û avakirinê ve biçe. Em şerên zêdetir naxwazin, lê em parastina hebûna xwe û nasnameya xwe dikin."

Mistefa Mihemed Omer jî der barê peymanê de got: "Peyman ji bo pêşxistina aştiyê û rawestandina herkîna xwînê û qetilkirina li ser esasê nasname û mezheban de gaveke. Her wiha ji bo vegera koçberan a li warê xwe hêviyek e."

Mistefa Omer diyar kir ku bendên peymanê dê aştiyê bi xwe re bîne, dê welatekî ewle mîsoger bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji êşa bi salan a alozî û xerîbiyê re êdî bes e."

Hemîd El Nasir jî qala êşa koçberiyê kir û wiha domand: "Ji dema em ji herêma xwe derketine ve em rojekê aştî nedîtiye. Gelek zor û zehmetî bi serê me de hatin. Tiştekî hêjayî mayîna li ser erdê xwe nîn e."

Hemîd El Nasir têkildarî peymanê jî got: "Me hîs kir ku dema vegera me nêzîk bûye. Ji dema rûxandina rejîma Baasê ve ev gava herî mezin e ku em kêfxweş kirine, ji ber ku dûrî gund û herêmên xwe tu wateya azadiyê nîn e. Ji bilî koçberên Efrînê her kes vegeriya mal û gundên xwe. Em du carî hatin koçberkirin. Em nizanin bê ka çeteyan çi serê malên me û goristanên me aniye. Lê helbet em ê vegerin û welatê xwe ji nû ve ava bikin."

(bb)

ANHA