MSD`ê biryara rakirina cezayên DYA’yê nirxand

MSD’ê biryara rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê erênî nirxand ku xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê dike.

MSD`ê biryara rakirina cezayên DYA’yê nirxand
14 gulan, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) biryara serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a rakirina cezayên li ser Sûriyeyê erênî nirxand ku dê êşên ku sûriyeyiyan di salên şer de kişandine, sivik bike.

MSD`ê bi daxuyaniyekê tekez kir ku ev biryar derfertên çareseriyeke siyasî ku yekitiya Sûriyeyê û ewlehiya hemû gelên wê garantî dike, zêde dike.

Daxuyaniyê her wiha pesnê rola avaker a Erebistana Siûdî û hin aliyên herêmî ya piştevaniya hewlên kêmkirina krîza mirovî ya Sûriyeyê da û diyar kir ku ev pêşketin nîşana çirûskeke rast a hêviyê ye ji bo siberojeke baştir.

(k)

ANHA